• Thursday, 09 May 2024
logo

Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hûnerê ya Êlihê didome

Gulan Media October 21, 2012 Civakî
Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hûnerê ya Êlihê didome
8'emîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hûnerê bi bernameyên cuda berdewam dike. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, diyar kir ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û gelek wekîlên din dê tevlî mitînga 27'ê cotmehê ya li Êlihê tê lidarxistin bibin. Akat, bang li hemû kesî kir ku tevlî mitîngê bibin û wiha got: "Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye û ev yek ji bo me ezûmenek e. Dem dema em dengê xwe bilind bikin e."

8'emîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hûnerê ya Êlihê di roja duyemîn de berdewam dike. Mîhrîcanê bi konsera li Parka Kîne Em berdewam kir. Parlamentera BDP'ê Ayla Akat, rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên jinan û bi hezaran welatî tevlî konserê bûn. Konserê bi rêzgirtinê dest pê kir. Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Akel di konserê de axivî û bang li hemû gelê Êlihê kir ku di 27'ê cotmehê de tevlî mitîngê bibin û wiha got: "Îro roja êş û guman me mezin e. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye."

'Li pey van daxwazan rastiya gelekî heye'

Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî diyar kir ku daxwazên girtî tînin ziman daxwazên gelê kurd in û wiha got: "Li pey van daxwazan rastiya gelekî heye. Ya bê dîtin ev e. Niha dor a me ye. Divê em vê yekê qebûl bikin. Êdî ji pirsa pirsgirêka kurd çareser bibe re bersiv zelal bûye. Di pirsgirêka kurd de berî her tiştî divê çek bên bêdengkirin. Ev yekê dê çawa pêk bê. Herî baş kesên AKP'ê rêve dibin baş dizanin. Dewlet vê yekê baş dizane. Ji ber wan dît ku çek çawa tên bêdengkirin. Çawa pêk hat? Bi hevdîtin û diyalogê pêk hat. Li ku? Li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê. Li ku? Li Osloyê bi rêveberên PKK'ê re."

'Dem dema em dengê xwe bilind bikin e'

Akat, anî ziman ku Hevserokê Giştîyê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û gelek wekîlên din dê tevlî mitînga di 27'ê cotmehê de pêk bê bibin û xwest ku hemû kes tevlî mitîngê bibe û wiha axivî: "Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye û ev yek ji bo me ezûmenek e. Dem dema em dengê xwe bilind bikin e. Em dê kengî dengê xwe bilind bikin. Di 27’2ê mehê de li qada mitîngê ya li ber Nexweşxaneya Farabîm. Em hemû bi hev re di mitîngê de dê ji polîtîkayên înkar û tunekirinê re bêjin 'raweste.' Ji bo ku em vê ezmûnê bi serkeftî bidin şev û roj em dê bixbitin. Armanca me ew e ku em deriyê girtîgehan vebikin."

Piştî axaftina Akat hunermend Hîvda Gokel, Ruken Yilmaz û Ayfer Duzdaş derketin ser dikê. Piştre hunermend Amel Mathlouthî derket ser dikê û bi 4 zimanan stran gotin. Mathlouthî ligel baranê li ser dikê nehate xwar û heta dawiyê stran gotin û bi sloganan ji ser dîkê hate xwar. Piştre hunermend Şengul Pak û Ozlem Taner derketin ser dikê.

Rudaw
Top