• Thursday, 09 May 2024
logo

Esfehanê daxwaza lêborînê ji dayika xwe kir û xwe şewitand

Gulan Media October 16, 2012 Civakî
Esfehanê daxwaza lêborînê ji dayika xwe kir û xwe şewitand
Esfehanê bi telefonê doza lêborînê ji dayik û xesûya xwe kir û xwe şewitand. Piştî du demjimêran wê jiyana xwe ji dest da.

Şewitîna jinan li Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Li gor statîstîkên Rêveberiya Dûvçûna Tundûtîjiya Dijî Jinan li Wezareta Hundir, di 8 mehên destpêka sala 2012ê de li Kurdistanê 269 jin hatine şewitîne, yan wan xwe şewitandiye (119 Hewlêr, 49 Duhok, 76 Silêmanî û 2 Germiyan). Li Hewlêrê di çend rojên borî de çend bûyerên şewitîna jinan li Nexweşnxaneya Emergency hatine qeydkirin. Rêvebirê Dûvçûna Tundûjîtiya Dijî Jinan li Hewlêrê, Efser Jîlemo Ebdilqadir, behsa şewitîna du jinan bo Rûdawê kir.

Yek ji van jinên şewitî navê wê Esfehan Serhed Ehmed (20) bû, ew kabaniya malê bû, rûniştvana taxa Mentikawe ya Hewlêrê bû û nêzîkî du salan bû ku zewicî bû. Efser Jîlemo dibêje ku vê jinê beriya xweşewitandinê telefona dayik û xwesûya xwe kiriye û doza lêborînê ji wan kiriye: "Di telefonê de got ezê xwe bişewitînim, vêca li min biborin. Piştî vê neft bi ser xwe de dakir û agir berda xwe."

Vê jinê di demjimêr 10:30 yê serê sibeya roja 17ê Îlona 2012ê di mala xwe de, dema kes li mal nebû, xwe şewitand. Piştî du demjimêran wê jiyana xwe ji dest da. Li gor gotina çavkaniyeke vê bûyerê, "Esfehanê xwe li ber çavên zaroka xwe ya çar mehî şewitand." Efser Jîlemo jî got ku "Esfehan bi rêjeya ji sedî 100 şewitiye û ji ber zêdebûna şewitînê wê jiyanê xwe ji dest daye. Lê wê derbarê ti kesî de şikayet an doz venekiribû."

Li gor gotinên Efser Jîlemo, ti zanyariyên wan tine ku kesekî gef li Esfehanê kiribe yan pirsgirêkeke wê hebe, tenê ev ku "pirsgirêka wê ew bû ku wan çend kesan di nav xwe de pere kom kiribû (pêşîne) û her mehê beşek jê didan. Giliyên kesûkarên Esfehanê jî ji mêrê wê nebûn, dadwer jî mêrê wê bi kefalet azad kir. Kesûkarên wê dibêjin pirsgirêka wan tenê ev projeya perekomkirinê bû."

Heftiyekê piştî şewitîna Esfehanê, ango roja 2ê Îlona 2012ê, xwendekar Perîzad Sedîq Hemedemîn (23), ku rûniştvana taxa Şurtawa bû, xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da. Rêvebirê Dûvçûna Tundûtîjiya Dijî Jinan li Hewlêrê bo Rûdawê got: "Li gor îfadeya wê û kesûkarên wê, Perîzad bi qeza û qeder şewitiye. Laşê vê keçê bi rêya ji sedî 63yê şewitiye. Wê îfadeya xwe da û giliya wê ji kesî nebû, kes jî nehatiye girtin. Ji ber ku got wê xwe şewitandiye û ti kes jî sedema şewitîna wê nebû, ew tenê bi aletên nav malê bi neft û gazê şewitiye. Dibêjin ti pirsgirêkeke me ya civakî tine bû."

Di şeva 4ê Cotmeha 2012ê de jî jinek bi nave K. U. li taxa Karêzan a Hewlêrê bi sedema şewitînê şandin Nexweşxaneya Emergency ya Hewlêrê. Tevî ku kesûkarên wê dibêjin ew di encama qezayekê de şewitiye, lê polîs lêkolînên xwe didomînin.

Rudaw
Top