• Thursday, 09 May 2024
logo

Jineke kurd zaroka xwe ya 6 rojî ji qeta 5ê avête jêrê

Gulan Media October 15, 2012 Civakî
Jineke kurd zaroka xwe ya 6 rojî ji qeta 5ê avête jêrê
Di 20ê meha borî de jineke kurd derket pêşberî dadgeha bajarê Wolverhampton li Brîtanyayê. Jin tê tometbarkirin ku xwestiye keça xwe ya 6 rojî bikuje, ji ber wê zaroka xwe ya biçûk ji qeta 5ê ya avahiyeke bilind avêtiye jêrê.

Li gor rojnameya Daily Mail a brîtanî, Çîmen N. E. ya 24 salî, ku weke penaber li Brîtanyayê dijî û ji Başûrê Kurdistanê ye, tê tometbarkirin ku xwestiye keça xwe ya 6 rojî bikuje. Li gor polîsan, Çîmen zaroka xwe ji qata 5ê ya avahiyeke bilind avêtiye jêrê, lê şansê zarokê hebûye û ketiye nav tenekeya zibil ya avahiyê. Bûyer di 8ê Îlonê de pêk hatibû.

Rojnameya brîtanî nivîsiye ku piştî wê bûyerê Çîmenê pêwendî ligel polîsan daniye û gotiye zaroka wê winda bûye, lê di katjimêr 6 û nîvê êvara heman rojê de xizmetkarekî avahiyê zarok di tenekeya zibil de dibîne û polîsan agahdar dike. Polîsên ku digihijin cihê bûyerê zarokê bi saxîtî dibînin û wê digihinîn nexweşxaneyê. Bijîjkên ku rewşa zaroka 6 rojî lêkolîn kirin, diyar kirin ku çend hestiyên zarokê şikestine û ew çaverê dikin ku zarok xwe li ber wan hemû şikestinan negire û jiyana xwe ji dest bide.

Çîmen roja 20ê Îlonê derket pêşberî dadgehê û bi rêya wergêrekî kurd axivî. Lê ti hûrdekarî derbarê naveroka gotinên wê û hûrdekariyên din li dadgehê nehatine eşkerekirin. Piştî bidawîhatina rûniştinê, dadwerê dozê Çîmen bi kefalet azad nekir û her di zindanê de hişt. Mihemed E. (32) yê bavê zarokê jî bi tometa ku destê wî di bûyerê de hebe hat girtin, lê paşê bi kefalet hat berdan û lêkolîn derbarê wî de didomin.

Kelly Crow yê dozgerê giştî yê dozê ragihand ku zarok li nexweşxaneyeke bajarê Birmingham tê tedawîkirin û rewşa wê xerab e: “Encama testan ne erênî bû û rewşa saxlemiya zarokê jî ne baş e, nayê çaverêkirin jî bikare sax bimîne.”

Gava Çîmen destgirêdayî ji aliyê polîsan bo saloneke din ya dadgehê hat veguhastin, jineke ku li ser kolanê bû di rûyê Çîmenê de qîriya û got “bimire hey qehb.”

Rudaw
Top