Li Kerkûkê sala şûm a jinan
T.E yek e ji wan jinên Kerkûkî ku ji ber kêşeyên civakî, ev du sal in çûye navendeke taybet a jinên li jêr gefê.
Awêzan Nûrî ku çalakvaneke warê bergiriya mafên mirovan e li Kerkûkê di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê dibêje, jinên Kerkûkê du caran qurbaniyan didin: “Ne hêzên ewlekariyê û ne hikûmet jî serî li wan nade û kes jî nîne lûleyan tifinga malbata wan ji ser milê wan dûr bike.”
Awêzan Nûrî, piştî 2003an vegeriya Kerkûkê, li navendeke taybet bi kêşeyên jinan bi navê Pena heftane dibe şahida çend dosyayên şîdeta li dijî jinan.
Awêzan qala ezmûna karê xwe ya çend salan di wî warî de dike û bi baweriya wê li beşê kurdî yê bajarê Kerkûkê, kêşeyên jinan zêdetir in: “Ji ber kevneşopiyên mêrsalariyê û piçûkdîtina jinan di nav malbatan de. Mixabin em dibînin roj li pey rojê şîdet li dijî jinan zêdetir dibe.”
Li gor zanyariyên Awêzanê, tenê di hundirê heşt rojên dawî yên meha borî de li bajarê Kerkûkê 6 jin hatine kuştin. Navbirî qala biryareke serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di destpêka salê de dike û dibêje: “Bi wê biryarê rê daye hemû malek bikare çekan hilgire ji bo parastina xwe, li vî bajarî çek wek her tiştekî din tê kirîn û firotin û jin jî baca wê dide.”
Bavek 3 keçên xwe dişewitîne
Awêzan qala bûyereke herî dijwar dike ku kar li ser kiriye, ew jî kuştina 3 keçan bû ji aliyê bavê wan: “Berî 3 salan hersê keçên xwe şewitandibûn, dû re bi fîşekan ew kuştibûn, du keç di cî de miribûn, lê yek ji wan nemir her çiqasî 3 fîşek jî lê ketibûn, me ew çend salan li Silêmaniyê li sitargeheke jina hişt, dû re bi riya saziyeke cîhanî me karek jê re dît, çiku nedixwest careke din bavê xwe bibîne.”
Awêzan Nûrî dibêje bi riya bingeh û rêveberiyên polîsên Kerkûkê, wê ew amarên kuştina jinan ên îsal û par bidest xistine û li gor serjimêriyan di hundirê par û heşt mehên îsal de 63 jin hatine kuştin û 16 jinan jî xwe kuştiye.
Li Kerkûkê stargehên jinan nînin
Li gor wan serjimêriyan par 49 jin rastî hewldanên kuştinê hatin, ku 27 ji wan hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn û 14 bûyerên xwekuştinê jî hebûn, herwiha 11 jin û keç jî hatin revandin. Ji destpêka îsal jî heta dawiya meha heştan, 8 jin hatin kuştin, 6 birîndar bûn, 5 jinan jî xwe kuşt.
Awêzan Nûrî got: “Bûyerên kuştin û xwekuştinê ji van hejmaran zêdetir in, lê mixabin hinek caran nagihin polîsan û carna jî tên nixmandin.”
Li Kerkûkê ti navend û sentereke hewandina jina nîne, saziyên jinan neçar dibin wan jinan bişînin Hewlêr û Silêmaniyê, yên ku daxwaza hewandinê dikin.
Dadgehên Kerkûkê bi dozên cudabûnê tijî ne
Awêzan Nûrî qala bilindbûna zêde ya cudabûnê li Kerkûkê dike: “Tenê di hundirê 6 mehên borî de 2168 bûyerên berdanê li dadgehê hatine tomarkirin.”
Awêzan diyar dike, Kerkûk ketiye jêr grûpên leşfiroş, hejmareke zêde ji wan grûpan li Kerkûkê hene û derbasî bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî dibin. Biryardera parêzgeha Kerkûkê Elmas Fazil, qala rewşa ewlekariyê ya xerab li Kerkûkê dike û li gor wê grûpên leşfiroş sûdê ji wê valahiyê dibînin û têne Kerkûkê: “Herwiha yasaya nehiştina leşfiroşiyê yasayeke kevin û xerab e, jinan digirin û mêran berdidin.”
Berpirsa şaxê Kerkûkê ya yekîtiya jinên Kurdistanê Lawe Zengene ragihand: “Amar timî pir kêmtir in ji bûyerên rastî, dilniya me ku beşek ji wan jinên ku tên kuştin li ba polîs nayê tomarkirin. Bûyerên revandina jinan jî pir bûne.”
“Em nikarin ji bo her malekê polîsekî deynin”
Rêveberê bingeha polîsê Rehîmawa Enwer Qadir Ehmed teqez dike ku ji ber rewşa ewlekarî û civakî ya xerab li Kerkûkê, tawanên civakî zêdetir bûne: “Lê em nikarin li ber her malekê polîsekî deynin. Tawanên kuştina jinan, leşfiroşî û kuştina li ser namûsê li Kerkûkê zêdetir bîne.”
Rudaw