• Thursday, 09 May 2024
logo

Amara xwekuştina mêr û jinan li Amedê hat belavkirin

Gulan Media October 13, 2012 Civakî
Amara xwekuştina mêr û jinan li Amedê hat belavkirin
Midûriyeta bajarê Amedê ya Saziya Îstatîstîka Tikriyeyê (TUÎK) daneyên xwekuştinê yên di navbera 2007-2011’an de aşkera kir û li gorî vê di 5 salên dawî de 9 hezar û 92 mêr, 4 hezar û 325 jin bi giştî 14 hezar kesî hewl dane ku xwe bikûjin .

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, di 5 salên dawiyê de jinên xwe 2 hezar û 66 jinan ne diyare û ji vana 667 kesan ji ber tundûtîjiya di nava malê xwekuştin kirine.

Li gorî daneyan di bûyerên întîharê de rêjeya herî bilind di navbera temenê 15-19’an de pêk tê,di rêza duyemîn de jî koma temenê di navbera 20-24 û ya sêyemîn jî di navbera 25-29’an de cih digire.

Li gor wê çavkaniyê sedemên xwekuştinê tundûtîjiyên di nava male de, pirsgirêkên aborî û bi ne daxwaza xwe zewace ye.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara jin û mêrên xwe kuştine bi vî awayî ne:

Sala 2007: 985 jin, hezar û 808 mêr bi giştî 2 hezar û 793

Sala 2008: 892 jin, hezar û 924 mêr bi giştî 2 hezar û 816

Sala 2009 : 787 jin, 2 hezar û 111 mêr bi giştî 2 hezar û 898

Sala 2010 : 860 jin, 2 hezar û 73 mêr bi giştî 2 hezar û 933

Sala 2011: 801 jin, hezar û 876 mêrbi giştî 2 hezar û 677

ANF
Top