• Thursday, 09 May 2024
logo

Ji çara 1'ê parlamenterên Iraqê zêditirî jinekê anîne

Gulan Media October 9, 2012 Civakî
Ji çara 1'ê parlamenterên Iraqê zêditirî jinekê anîne
Ji çaran 1’ê parlamenterên Iraqê zêdetirî jinekê anî û piraniya wan jî piştî bûne parlamenter, jina duyemîn anîne.

Li gor lêkolîna nivîskarekî kurd ê bi erebî dinivîse Emîn Yûnis, sedî 24.5ê parlamenterên Iraqê 2 jin an zêdetir anîne. Wekî Yûnis dibêje, ev rêje li gor rêjeya di nava parlamenterên Erebîstana Siûdî, Kûwêt û Avganîstanê de zêdetir e.

Emîn Yûnis dibêje: “Hinek ji wan parlamenteran li cihê 2 jinan, 3 jin hene. Herwiha 2 parlamenter jî hene ku 4 jinên wan hene. Ji ber vê yekê gelek caran tevlî rûniştinên parlamentoyê nabin.”

Yûnis ji zimanê çavkaniyekî agehdar diyar dike ku ji wan parlamenterên ku zêdetirî jinekê hene, wê yekê vedişêrin; “Vêca yan ji tirsê hevsera xwe ya kevne yan jî ji serkirdeyên siyasî şerm dikin.”

Parlamenterê Fraksyona Iraqiye û biryarderê parlamentoya Iraqê Mihemed Xalidî jî got: “60 parlamenter piştî di hilbijartina sala 2010an de bûn parlamenter, jina duyemîn anîne.” Lê Emîn Yûnis dibêje: “Nêzî 100 parlamenterên din hene ku bi awayekî ne fermî û bi veşartî jina duyemîn anîne, beşek ji wan jî serkirdeyên partî û aliyên siyasîne.”

Emîn Yûnis behsa du parlamenterên ligel hev zewicîne dike ku mûçe, dermale û parêzvanên xwe komkirine û li parlamentoyê eniyekî bihêz dirûstkirine. Parlamenterê kurd ê parlamentoya Iraqê Mûhsîn Sadûn ji Rûdawê re ew yek piştrast kir û got: “Parlamenterekî jin a Mûsilê bi awayekî rewa ji hevserê xwe cûda bû û ligel parlamenterekê zewicî. Hemû endam jî vê yekê dizanin.” Lê di heman demê Sadûn red kir ku ti proje yasayek ji bo pêşîgirtina li pirjiniya parlamenterên Iraqê pêşkêşî parlamentoyê kiribe.

Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanê Necîbe Necîb jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re rexne li wan parlamenteran digre û dibêje: “Tişta wan kirî li dijî mafê mirov û jinan e. Şaşitiyekî mezine ku mêr parlamenteriya xwe ji bo anîna jina duyemîn bikarbênin.”

Rudaw
Top