Êdî 1 milyar ´facebookî` hene
Di derbarê vê hejmara bilind a endaman de Zuckenberg wiha axifî: "Tiştek gelek xweş e ku mirov dikare bibe navbeykarê pêwendiya di navbera 1 milyar mirovî de. Ez roja xwe ya herî bextewar dijîm."
Di derbarê pêşvebiria Facebookê de jî Mark Zuckenberg diyar kir ki ew her roj di nava hewldana pêşvebirina malperê de ne û wiha dewam kir: "Min xwe ji bo we terxanî baştirkirina Facebookê kir û hêvîdarim em ê bikaribin mirovên din ên li dinyayê jî girêdayî hev bikin."
Hêjayî gotinê ye ku Malpera Facebook wekî malpera sereke ya medyaya civakî tê zanîn. Peyva ingilîzî ´Facebook` di kurdî de tê wateya ´pirtûka rû´. Xwediyê malperê Mark Zuckenberg ku niha 26 salî ye, di sala 2004an de Facebook kire di xizmetê de.
Rudaw