• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê peymangeha ji şiddetê re na tê vekirin

Gulan Media October 2, 2012 Civakî
Li Herêma Kurdistanê peymangeha ji şiddetê re na tê vekirin
Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî ragihand ku hikûmeta wan ji bo kêmkirina şiddeta li hemberî jin û mafê jinan hemû hewldan kirine. Jin jî wekî prensîbekê li ser dixebitin. Lewra em fikra wê yekê dikin ku peymangeheke ji şiddetêre na û mafê mirov li Herêma Kurdistanê vekin.

Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî yê Herêma Kurdistanê Dr. Elî Seîd ligel şandeke zanîngeha na ji bo şiddet û mafê mirov a li cîhana Erebî (Aunohr) ku ji Beyrûdê hatibûn civiya. Di civînê de fikra damezirandina peymangeke na bo şiddetê û mafê mirov a ji bo perwerdekirina stafên têkildarî dezgeh û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gutûbêjkirin.

Di hevdîtinê de seroka wê şandê Dr. Yunan Ogarît keyfxweşiya xwe ya ji bo wê pêngava wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî nîşan da. Herwiha hêvî xwest ku bikarin li Herêma Kurdistanê projeyên hê zêdetir cîbicî bikin.

Dr. Elî Seîd amadebûnekî temam ji bo piştgirîkirina projeyan nîşan da. Seîd bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê guhertinên mezin çêkirine, guhertin di warê yasaya kesî û danîna civata xaniman de kiriye. Rêveberiyekî giştî ya ji bo şopandina şiddeta dijî jinan a li wezareta navxwe hat damezirandin. Rêveberî, nivîsîngeh û navendên wê li tevayî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatiye vekirin. Armanca wê jî kêmkirin û nehiştina şiddeta li dijî jinên Kurdistanê ye.

Rudaw
Top