• Thursday, 09 May 2024
logo

Kerkûk: Li bajaroka Şiwan jinek xeniqandî hatiye dîtin

Gulan Media September 30, 2012 Civakî
Kerkûk: Li bajaroka Şiwan jinek xeniqandî hatiye dîtin
Îro 30/9, danê serê sibê li gundê Cigîle ya ser bi bajaroka Şiwan termê jineke xeniqandî hatiye dîtin û birêvebirê polîsê Çeçemalê ragihand ku, termê wê jinê bo nexweşxaneya Teq Teq hatiye şandin û lêkolîn berdewamin.

Birêvebirê polîsê Çemçemal sertîp Ednan Osman ji PUKmedia re got: îro serê sibê polîsê Qernaw em agahdar kirin ku termek li ava zê ya biçûk de xeniqiye û heya polîs gihîştin cihê rûdanê ew term hatibû derxistin.

Li gor agaghiyên polîsan ew term yê jinekê ye û bi rêya kabolya şehna mobailê hatiye xeniqandin û avêtine nava robarê zê de.

Her weha Osman ragihand ku, termê hatiye dîtin temenê xwe di navbera 30-35 sal de ye û tu nasnameyek li ser nebûye.

PUKmedia
Top