• Thursday, 09 May 2024
logo

Şaciwana Kurdistanê projeyên xwe eşkere dike

Gulan Media September 27, 2012 Civakî
Şaciwana Kurdistanê projeyên xwe eşkere dike
Biryar e şaciwana Kurdistanê îro serdana bajarê Silêmaniyê bike û saet 5ê êvarê li Hotêla Highcrest tevî civîneke rojnamevanî bibe.

Miss Kurdistan 2012 Şênê Ezîz Ako ragihand, îro li gel şandeke desteya giştî ya turîzmê ji bo salvegera roja cîhanî ya turîzmê serdana bajarê Silêmaniyê dike û di civîneke rojnamevanî de jî hûrdekariyên çend projeyên xwe yên siberojê kifş dike.

Di şeva 28ê hezîrana îsal de û ji bo cara yekê li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê Şênê Ezîz Ako di nav çend keçan de wekî Miss Kurdistan ya sala 2012an hat hilbijartin.

Rudaw
Top