• Friday, 21 February 2025
logo

Hevpeyman li ser piştevaniya yekkirina hêza Pêşmerge berdewam dibin

Gulan Media February 20, 2025 Nûçe
Hevpeyman li ser piştevaniya yekkirina hêza Pêşmerge berdewam dibin

Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Îraqê radigehîne, “Bizavên Hevpeymanan bi niyeta zêdetir pêşvebirin û karkirina ji bo piroseya çaksaziyê bi hevahengî bi Wezareta Pêşmerge re berdewam dibin.”

Cîgirê Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ji bo Îdare û Mîre Lîwa Rukin Hoşmend Heyder Reşîd duhî (Sêşem, 18.02.2025) pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraqê General Ham û tîma pê re kir.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser karûbarên firqeyan û bicihanîna bername û pilanên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina tevaya hêzan hat kirin, herwesa rewşa niha ya hêza Pêşmerge û pêşxistina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan jî hatin behskirin.

Her du alî di wê civînê de li ser bilezkirina pêngavan bi niyeta yekkirina yekîneyên cuda ji bo ser Wezareta Pêşmerge û rkxistina wan di çarçoveya firqeyan de hevnerîn bûn.

General Ham dilxweşiya xwe ji bo pêngaên Wezareta Pêşmerge di piroseya çaksaziya hêzan de diyar kir û amaje da, “Bizavên Hevpeymanan bi niyeta zêdetir pêşvebirin û karkirina ji bo piroseya çaksaziyê bi hevahengî bi Wezareta Pêşmerge re berdewam dibin.”

Navbirî bi giringî ve behsa pirs û piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kir û ragehand, “Em li ser rêkxistin û yekkirina hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û pêkanîna zêdetir firqeyan û serkirdetiya deverê bi piştevaniya lojistî û alîkarî û hevahengiya şêwirmend û diplomatkarên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam in.”

 

K24

Top