• Friday, 21 February 2025
logo

Ji nûnerê Trump bo Sûdanî: Eger ew jina revandî neyê azad kirin, divê tu ji peywirê bêyî dûrxistin

Gulan Media February 20, 2025 Nûçe
Ji nûnerê Trump bo Sûdanî: Eger ew jina revandî neyê azad kirin, divê tu ji peywirê bêyî dûrxistin

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê karûbarên rehîneyan Adam Boehler, derbarê wê keça lêkolînvan a Rûs – Îsraîlî ya li hat revandin de, nameyekî nû ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şand.

Boehler girte vîdeoyekî wê jina hatî revandin a bi navê Elizabeth Tsurkov de belav kir û di şiroveyekî medya civakî ya X de nivîsand: ‘’Ev çîroka Elizabeth Tsurkov e, naha serokwezîrê Iraqê derfetekî baş ji bo wî derketiye holê, ku nîşanî cîhanê bide gelo serokwezîre, yan na!’’

Destpêka vê mehê de jî wî nûnerê Trump, derbarê azadkirina wê jina hatî revandî de, Serokwezîrê Iraqê bi dayîna ‘’Sozên Derew’’ tometbar kiribû.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kiriye ku ‘’Eger ew jin neyê azad kirin, divê Sûdanî ji peywira xwe bê dûrxistin.’’

Di meha Gulan a sala 2023yê de desthilatdarên Îsraîlê ragehandin ku Tsurkov ku li Iraqê bêserûşûn bûye, ji aliyê lîwayên Ketayîb Hizbulah a Iraqê ya ku ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin ve hatiye revandin.

Kanala Hurre ya Amerîkî jî ragehand, Tsurkov di meha yek a sala 2022yê de geheşt Iraqê; ‘’Bi pasaporta Rûsî û bi destpêşxeriya xwe ji bo amadekirina doktora û lêkolînên akademîk bi navê zanîngeheke Amerîkî hatibû deverê.’’

Meha Tîrmeha 2023yê Hikûmeta Iraqê ragehand, lêkolîna li ser revandina wê lêkolînvanê destpê kiriye.

 

Basnews

Top