Piştî 30 salan şandeke Cihûyan vegeriya Sûriyeyê

Şandeke Cihûyên Sûrî yên ku li Amerîkayê dijîn, cara yekem piştî derketina wan a “bi zorê” ji Sûriyeyê ji berî 30 salî ve, gihîşt Şam.
Ev serdan piştî zêdetirî du mehan ji rûxandina rejîma Beşar Esed û destnîşankirina Ehmed Şera weke Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê hat.
Ajansa Nûçeyan a “Reuters” raporek li ser vegera Cihûyan bo Sûriyeyê û serdana wan bo Kenîsayên dîrokî yên Şamê belav kir ku tê de hatiye, Rabî Jozêf Hemra û kurê wî Hênrî, du welatiyên Cihû yên Sûrî ne, ku di sala 1990'an de ji Sûriyê derketin, ji ber ku Hafiz Esed, serokê berê yê rejîma rûxayî ya Sûriyeyê qedexeya çûnûhatinê bo Cihûyan rakiribû.
Bo yekem car piştî 30 salan ew bav û kurê Cihû vegeriyan Sûriyeyê û serdana yek ji kenîsayên dîrokî yên Şamê kirin û Tewrat tê de xwendin.
Piştî ku di sala 1990an de, Hafiz Esed qedexeya çûnûhatinê bo Cihûyan rakiribû, piştre jî bi hezaran Cihû ji Sûriyeyê derketin; wê demê Rabî Jozêf Hemra û kurê wî Hênrî koç Washington kirin.
Rabî Jozêf Hemra yê 77 salî dibêje: “Piştî qedexekirina ayîna Cihûyan, em ji Sûriyeyê derketin.” Herwiha amaje bi wê jî kir, piraniya kesên ligel wî ji Sûriyeyê derketin, niha li jiyanê nemane.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de, malbata Hemre bi havkariya rêxistina (Syrian Emergency Task Force) ku rêxistinek nehikûmî ya berevanîkirina mafên mirovan e, vegeriyan Sûriyeyê.
Hênrî Hemra yê 48 salî jî got, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî soz da mîrata Cihûyan biparêze.
Herwiha got: “Pêdiviya me bi alîkarî û ewlekariya hikûmetê heye. Ez bawer im ku ew ê alîkariya me bikin.”
Hênrî û Jozêf di kolanên teng ên Şamê re meşiyan ku di Lîsta Mîrateya Cîhanî ya UNESCO de ne, taxa xwe ya kevn û kinîştan dîtin.
Hênrî got: “Ez dixwazim vegerim zaroktiya xwe, da ku karên hunerî yên li dêran bibînim, lê gelek tişt hatine guhertin.”
K24