• Friday, 21 February 2025
logo

Hevdîtinên Tirkiye û Îraqê berdewam in: Mijar petrola Kurdistanê ye

Gulan Media February 20, 2025 Nûçe
Hevdîtinên Tirkiye û Îraqê berdewam in: Mijar petrola Kurdistanê ye

 Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparsan Bayraktar ragihand ku derbarê dema destpêkirina ji nû ve ya hinartina petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê heta niha ti agahî ji aliyê Îraqê ve negihiştiye Tirkiyeyê.

Hevdîtinên Tirkiye û Îraqê yên ji bo hinartina petrola Kurdistanê berdewam in.

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ayşe Berris Ekinci li Bexdayê bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî re civiya.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ragihandin ku Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ayşe Berris Ekinci li Bexdayê bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê HeyanEbdulxenî re civiyaye.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de derfetên bipêşxistina hevkariyê yên di warê petrolê de yên di navbera Tirkiye û Îraqê de hatin nîqaşkirin.

"Ti agahî nehatiye şandin"

Her wiha Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser hinartina petrola Kurdistanê got:

"Heta niha derbarê ji nû ve ya destpêkirina hinartina petrolê ya bi rêya boriya petrolyê Îraq - Ceyhanê ti agahdarname ji bo Tirkiyeyê nehatiye şandin."

Hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re

Doh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Alîkara Wezîr Berris Ekinci, Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê û berpirsên di warê enerjiyê de pêşwazî kiribû.

Hat ragihandin ku di civînê de mijarên destpêkirina ji nû ve ya hinartina petrola Kurdistanê û hevkariya di warê enerjiyê de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de û mijarên wekî rêvebirina avê jî hatin rojevê.

 

Rudaw

Top