Kahtali Miçê koça dawî kir

Hunermendê navdar ê Kurd Kahtali Miçê koça dawî kir.
Biraziyê Kahtali Miçê (Mustafa Aslan) Yusuf Aslan li ser hesabê xwe yê Xê wefata apê xwe ragihand.
Kahtali Miçê yê ku navê wî yê rastî Mustafa Aslan bû, li nexweşxaneyekê li Antalyayê koça dawî kir.
Sala borî penceşêra roviyên zirav li Kahtali Miçê hatibû teşxîskirin, hunermed li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê dest bi tedawiyê kiribû.
Piştî ku 8 mehan li nexweşxaneya zanîngehê hat dermankirin, 4 mehên dawî li Nexweşxaneya Weqfa Yaşamê ma.
Hunermendê navdar îro nêzîkî saet 03:00an koça dawî kir.
Yusuf Aslan diyar kir ku termê wî dê roja yekşemê ji Antalyayê ber bi Semsûrê ve were veguhastin û dê li Navenda Çandê ya ku navê wî lê ye merasîmek were lidarxistin û piştî nimêja nîvroj dê li goristana şaredariyê were veşartin.
Kahtali Miçê kî ye?
Kahtali Miçê ku navê wî yê fermî Mustafa Aslan bû, sala 1953yan li navçeya Kolikê yê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Zaroktiya xwe di nav zeviyên pembo de derbas kir.
Wî ji 17 saliya xwe ve li Semsûr, Dîlok, Stenbol û Rihayê stranên gelêrî digotin.
Kahtali Miçê sala 1991ê koçî Stenbolê kir û piştre li Rihayê bi cih bû.
Piştî darbeya leşkerî ya 1980yî ji ber ku bi Kurdî stran gotin salekê di girtîgehê de ma.
Piştî ku albuma xwe ya yekem 'Kara Gozlum' li Semsûrê çêkir, çû Stenbolê û bi albuma 'Gurbet Kuşu' nav û deng da.
Kahtali Miçê di erdhejên Mereşê de li navçeya kolikê bû.
Kahtali Miçê bi rêya Rûdawê bangî gelê Semsûrê kiribû ku vegerin bajarên xwe û gotibû:
“Piraniya xelkê Semsûrê ji bajêr derket, hinekan jî dewletê ew şandin bajarên din.
Divê gelê me Semsûrê neterikînin û vegerin vê derê.
Ji bo ku em Semsûrê ji nû ve ava bikin divê em bi hev re bixebitin.
Dewlet û karsazên me jî bila alîkariyê bidin û Semsûrê vegerînin mîna berê.”
Kahtali Miçê sala 1975an bi Hulya Aslanê re zewicîbû û 2 keç û 2 kurên wan hene.
Rudaw