• Wednesday, 05 February 2025
logo

Parlamentera Kurd a CDUyê: Em dê bi AfDyê re tifaqê çênekin

Gulan Media February 4, 2025 Nûçe
Parlamentera Kurd a CDUyê: Em dê bi AfDyê re tifaqê çênekin

Seyran Papoya Parlamentera Kurd a CDUyê eşkere kir ku ew dê ne beriya hilbijartinan û ne jî piştî hilbjartinan bi AfDyê re tifaqê çênekin.

Li Berlîna paytexta Almanyayê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) li kongreya xwe 37emîn li dar dixe.

Li pêş wê avahiya ku kongre tê lidarxistin xwenîşandan heye. Xwenîşander helwesta CDUyê ya derbarê penaberan şermezar dikin.

Nûçegihana Rûdawê ya Almanyayê Ala Şalî li kongreyê ye û kongreyê dişopîne.

Li gorî zanyariyên Ala Şaliyê CDUyê babeta penaberan kiriye mijara sereke ya hilbijartinên Almanyayê.

Biryar e 23yê Sibatê hilbiijartina giştî pêk were û xelkê Almanyayê biçe ser sindoqan.

Parlamentera CDUyê ya herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê Seyran Papoyê li ser kongreyê û hilbijartinên Almanyayê helwesta CDUyê ya li ser penaberan bersiv da Ala Şaliyê.

Rûdaw: Seyran îro ji bo CDUyê rojeke gelekî girîng e. Xelkê çîna navîn a Almanyayê CDUyê gelekî rexne dikin û dibêjin,CDUyê çawa bi dengê AfDyê projeyasayek bi Parlamentoya Almanyayê? Ew projeyasa derbas nebû û pirsgirêka penaberan pirsgirêkeke germ e. Hûn dê çawa baweriya dengderan bistînin?

Seyran Papo: Ez di destpêkê de bixêrhatina we dikim. Delegeyên me li vê derê ne. Nêzîkî hezar delegeyên me li vir in. Mêvanên me yên qadirbilind li vê derê ne. Îro ji bo me rojeke gelekî muhîm e.  Wekî ku di çapemeniyê jî de cih girt. Ez jî di wê projeyasayê de hebûm.  5 xalên projeyasayê hebûn.  Xelkê Almanyayê êdî dibêje bila ti kes neyê Almanyayê lewre krîmînalîte pirr zêde bûye. Li Schleswig-Holsteinê jî tundrew zêde bûne.  Hejmara tunderewan pir zêde bûye û gelekî belav bûne li Almanyayê. Em dixwazin ew kesên ji ber şer direvin û bi rastî neçar bûne wan wergirin.Em dixwazin kesên ku hilberînê dikin wergirin ciwanên Kurdistanê jî em dikarin wergirin ew kesên ku dikarin hilberînê bikin.Li vir 2 xal hene em dixwazin kesên ku bi rastî pêwîstiya wan bi parastinê heye û xala din jî ew e ku pêwîstiya me bi karkeran heye. Em nikarin herkesekî bixin malê de. Ciwanên me yên Kurdistanê yên xwendine jî dikarin werin Almanyayê.  Kesên ku pêwîstiya wan pê hebe û ne tundrew bin em dixwazin wan wergirin.

Rûdaw: Partiya we bi dengê AfDyê karîbû wê projeyasayê bibe parlamentoyê. Rexneya li partiya we ew e ku we dengê rastên tundrew wergirt. Ev tê qebûlkirin? Gelo piştî hilbijartinan hûn dê bi wan re kar bikin?

Seyran Papo: Ez wekî parlamenter dikarim bibêjim, wekî Parlamentera CDUyê bibêjim ku me destê xwe dirêjî AfDyê nekiriye û em dê destê xwe dirêjî wê jî nekin.Niha hilbijartin e û di hilbijartinan de her kes li xwe difikire. Divê em ji bîr nekin ku me li Almanyayê koalîsyonek hebû niha ew koalîsyon nemaye.Em dibînin ku tundrew li Almanyayê zêde bûne, hûn dibînin û li Almanyayê tiştên nebaş dibin.Wekî CDUyê me got bes e û êdî li Almanyayê tundrewî mezintir jî dibe.

Xelkê biyanî jî tên cem me û ji me re dibêjin em jî êdî van tiştan qebûl nakin û divê em jê re çareseriyekê bibînin. Ez aniha dîsan dibêjim, belkî însan bibêjin CDUyê destê xwe dirêjî AfDkiriye ne me destê xwe dirêj nekir.

Em çûn cem SPDyê û aliyên demokrat me xwest em projeyasayekê bibin parlamentoyê ew qebûl nebû û ew jî taktîkek mezin bû. CDUyê jî got her çi jî bibe ez dê wê pêşniyazê bibim.Ev jî taktîkek bû û CDUyê ji AfDyê re negot were em bi hev re bikin. Ez dixwazim vê dîsa bibim ne beriya hilbijartinê û ne jî piştî hilbijartinê em dê bi AfDyê re ti koalîsyonê çenekin. Em dê ne bi bi wan re biaxivin û ne jî bi wan re koalîsyonekê çêbikin.

Rûdaw: Gelo çima pirsgirêka penaberan pirsgirêkeke gelekî germ a hilbijartinan e? Gelek pirsgirêkên Almanyayê hene. Pirsgirêka me ya aboriye heye. Pirsgirêka me ya enerjiyê heye? Gelo çima we pirsgirêka penaberan kir pirsgirêka bangeşeya hilbijartinan?

Seyran Papo: Birêz Ala tu jî dizane ku zarok kuştin û tundî zêde bûye. Ev bûye rûtînek li Almanyayê.Ya yekem divê em bizanin bê ka kî tê Almanyayê. Ya duyem jî em tenê behsa wergirtina penaberan nakin. Ne ku me penaberî kiriye mijara hilbijartinan her kes behsa vê mijarê dike. Însanên Almanyayê behsa vê dikin. Ez li Schleswig-Holsteinê dimînim. Li Schleswig-Holsteinê gelek însanên biyanî hatine cem me.

Divê em xanî bidin wan kesan ku yên mayîna vir heq dikin. Divê em di dibistanan de zêdetir wan entegre bikin. Yanî dema tenê em xanî bidin wan nayê wê wateyê ku mesele xilas bû.Entegrasyona wan heye. Em nabêjin bila kes neyê bila xelet neyê fam kirin. Ewe kesên ku heq dikin bila ew werin. Bi milyonan kes aniha hatine.

Rûdaw: Gelekî spasiya we dikim

 

Rudaw

Top