Wezîrê Darayî yê Herêmê: Me bi Bexdayê re li hev kir ku mûçeyên îsal bê pirsgirêk werin dayîn
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ragihand, ew ligel Wezareta Darayî ya Federal rêkeftine ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê îsal bê astengî bên dayîn.
Awat Şêx Cenab îro 3.02.2025, li Bexdayê di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka Kabîneya Nehem ve, siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê û bernameya wê, çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê ye. Pirsa stratejî ya Herêmê li Bexdayê û pêwîst e bi Bexdayê re wan kêşeyan çareser bikin.
Herwiha got jî: “Xweşbextane îro ev siyaset bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Wezîrê Darayî yê Federal û endamên Parlamentoya Iraqê, gihîşt encamê û me karî pirsgirêka mûçeyên karmendan bo sala 2025an çareser bikin.
Wezîrê Darayî Herêma Kurdistanê da zanîn: “Dabeşkirina mûçeyan dê sibê yan du sibe dest pê bike.”
Basnews