• Friday, 31 January 2025
logo

Rêvebirekî Rojavayê Kurdistanê: Bê Serok Barzanî bi destxistina mafên kurdan li her derê zehmet e

Gulan Media January 29, 2025 Nûçe
Rêvebirekî Rojavayê Kurdistanê: Bê Serok Barzanî bi destxistina mafên kurdan li her derê zehmet e

Nûnerê Partiya Çep a Kurdistanê ya di nav ENKSê, Raman Mahmûd Mela ji BasNewsê re axivî û got: “Rêbaza Barzaniyê nemir û hezkirina Kurdistaniyên Sûriyê bo bavê neteweyî yê kurd Barzaniyê nemir û bo Serok Barzanî û bo gelê kurd li Başûrê Kurdistanê mijareke ruhiye-hestiye. Dema ku şoreşa Îlonê dest pê kir, kurdên Rojava beşdarî şoreşê bûn û me şehîd dan. Eve pêywendiyeke kevine û nû nîne, malbata Barzan û Serok Barzanî li gel kurdên Rojavayê Kurdistanê wek semboleke kurdîtiyê tê dîtin û nûnerên herçar parçên Kurdistanê ne, Serok Barzanî parêzvanê gelê Kurdistanê ye û bêy Serok Barzanî bidestxistina mafên gelê kurdistanê li her cihî zehmete.”

Herwaha ragehand: “Helwesta Serok Barzanî ti carî nayê ji bîr kirin, ku di demeke zor û zehmet de deriyê sînorê başûrê Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê vekir û alîkariya bijîşkî dermanî û mirovî pêşkêş kirin. Ji bilî wê jî helwesta hêzên Pêşmergeyên qehreman bi biryara Serok Barzanî em ji bîr nakin, ku sînorê sê dewletan birîn  bo ku biçin Kobanê û berevaniyê li wî bajarî bikin û Kobanê ji dest terorîstên DAIŞê rizgar bikin, li wir xwîna pêşmergeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê tevlî hev bû.”

Raman Mehmûd Herwaha aşkera kir: Gelê Rojavayê Kurdistanê ti caran sala 1996 ji bîr nake, ku Serok Barzanî hate Qamişlo, bi hezaran kes pêşwazî lê kirin, ew pêywendiya dîrokî di navbera Serok Barzanî û Rojavayê Kurdistanê de heye. Bertekên li ser hevpeyvîna Serok Barzanî ya li gel Şems TV bandoreke mezin li Rojavayê Kurdistanê kir û xelk bi alayên Kurdistanê daketin kolanan û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku di zûtirîn dem de serdana Qamişlo û bajarên din yên Kurdistanê bike.”

Raman Mehmûd di derbarê dûrketina PKKê li Rojavayê Kurdistanê de dibêje, “Rewşeke nû hatiye hole, bitaybetî li Rojavayê Kurdistanê, divê bê zanîn sîstema navneteweyî û sîstema Sûriyê guheriye û rejîma Esed hilweşiya û rola Îran û Rûsyayê li Sûriyê bin ketiye, em jî wek kurd divê bizanin ku çawa rêkeftinekî bikin li gel desthilata nû ya Şamê. Gelê Kurd di dema rejîma berê de hatiye çewisandin û bê nasname bûye, niha firsendeke dîrokî ye û ji bo bidestxistina vê derfetê divê PKK ji Kurdistana Sûriyê derkeve, Amerîka û Ewropa jî waha dibêjin, ku divê PKKe biçe derve û divê derfet nedin xelkê din wek ya ku li Girêsipî û Serêkaniyê û Efrînê qewimî, pêwîste kurd bi aştiyane astengiyan çareser bikin û Kurd bi şîdetê nagihîjin armancên xwe.”

 

 

Basnews

Top