Vegerandina DIŞIyên Îraqê didome
148 malbet ji kempa Hol hatine vegerandin.
Li gor çapemeniya Sûrî, vegerandina kesûkar û malbetên DIŞIyan ji Sûriyeyê bo Îraqê berdewame û di vê çarçovey de, piştî hevahengî û hevkariya navbera hêzên HSD û hikûmeta Îraqê 148 malbetên din yên kesûkarên DIŞIyan ji kempa Holê bo Îraqê hatine vegerandin.
Hate zanîn ku, hijmara şêniyên wan 148 malbetan 578 kesin û di çarçoveya 20 karwanan de bo Îraqê têne veguhastin.