Fransa wek yekem welat cezayên li ser Sûriyê kêm dike
Îro 27.01.2025ê ajansa Reuters ragehand: ‘’Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot hilweşandina beşek ji cezayên li ser Sûriyê ragehand.’’
Ev yek di demekî de ye ku Nûnera Bilind a Peywendiyên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekitiya Ewrupayê Kaja Kallas ragehandibû, ku pêşbînî dike îro Yekitiya Ewrupayê rêkbikeve ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed dest bi sivik kirina cezayên li ser Sûriyê bike.
Kallas di destpêka civîna Wezîrên Derve yên Yekitiya Ewrupa ya li Brukselê de got: Em pêşbînî dikin îro biryarekî li ser vê mijarê em bidin, lê bi awayê rêzbendî û pilebendî dibe ango qonax bi qonax dibe.’’
Basnews