Konsulê Hindistanê: Em her sal bursê didin xwendekarên Kurd
Konsulê Hindistanê yê Hewlêrê Madan Gopal got, “Em her sal çend bursan didin xwendekarên Kurd.”
Bi wesîleyan salvegera 76emîn a damezirandina Komara Hindistanê li dibistaneke Hewlêrê çalakiyek hat lidarxistin.
Konsulê Hindistanê yê Hewlêrê Madan Gopal di vê çalakiyê de derbarê pêwendiyên Hindistan û Herêma Kurdistanê ji Nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet re axivî.
Madan Gopal diyar kir ku pêwendiyên her du aliyan xurttir dibin û ew her sal çend bursan didin xwendekarên Kurd û got:
“Me îro bi xwendekaran re 76 şitil çandin û em kêfxweş in ku tiştekî dikin ku ji bo jîngehê, civakê û hemû mirovahiyê baş e."
“Her sal çend bursên me hene”
Gopal daxuyand ku pêwendiyên Hindistan û Herêma Kurdistanê çêtir dibin û pê de çû:
“Pêwendiyên di navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê yên di warê perwerdeyê de di rewşa xurtbûnê de ne û me burs dane xwendekaran.
Her sal ji bo lîsans, master û doktorayê çen bursên me hene."
Konsulê Hindistanê destnîşan kir ku di warê perwerdeyê de bernameyeke gelekî baş a Hindistanê heye ku jê re tê gotin Hevkariya Teknîkî û Aborî ya Hindî (ITEC).
Wî destnîşan kir ku her sal çend xwendekarên Kurd di çarçoveya vê bernameyê de diçin Hindistanê da ku şiyanên xwe yên di warê perwerdeyê û çend warên din de bi pêş bixin.
Konsulxaneya Hindistanê, bi minasebeta salvegera 76 saliya damezirandina Komara Hindistanê li dibistana Macîdî ya Hewlêrê 76 şitil çandin.
Madan Gopal diyar kir ku ew her sal hew didin van çalakiyan bikin û anî zimên:
“Konsulxaneya Hindî û civaka Hindî ya li Hewlêrê em her sal hewl didin beşdarî çalakiyên civakî bibin.
Îsal ji bo ku salvegera 76an a roja Komara Hindistanê ye, me bi hevkariya Dibistana Seretayî ya Macîdî 76 şitil çandin."
Hindistan nêzîkî 200 salî di bin kontrola Brîtanyayê de bû lê sala 1949an serbixwebûna xwe sitand û Komara Hindistanê hat damezirandin.
Rudaw