• Thursday, 30 January 2025
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî li sînorê Helebce, 500 kes tên tayîn kirin

Gulan Media January 28, 2025 Nûçe
Bi fermana Mesrûr Barzanî li sînorê Helebce, 500 kes tên tayîn kirin

Encûmena Şiroveya Giştî bi dawîbûna proseya damezrandina 500 kesan bi awayekî girêbest, bo fermangeha sînorê parêzgeha Helebce ragehand, ev jî li ser fermana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, ji bo dabînkirina kadroyên pêwîst ji bo saziyên parêzgeha Helebce, da ku baştir kar û barên welatiyan birêve bibin.

Wêneyê erêkirina biryarnameya Serokatiya Encumena Wezîran, derbarê erkdarkirina van kesan ji bo karên pêwîst, ji Encûmena Şiroveya Giştî re hatiye şandin û niha jî zanyariyên girêdayî cihê dewama fermî ya van kesan ji aliyê  Encûmena Şiroveya Giştî ve bi fermî ji bo parêzgeha Helebce tê şandin, bi mebesta cêbicêkirina rêkarên rêveberiyên pêywendîdar bi damezrandina wan a li gorî telîmata hejmara (10) ya sala 2019.

Hêjayî gotinê ye ku ji 500 karmendan 48 kes xizmên şehîd û mexdûrên enfalê ne û di sîstema giştî ya puanan de ji bilî yasaya maf û îmtiyazên kêmendaman jimare 22 a sala 2011ê bi wesfiyeyê xalên taybet bi wan hatine destnîşankirin. %5 ji tevaya karên vê kategoriyê, lewra (25) kes ji (500) derçûyan seqet bûne û bi sîstema dawî derçûne.

Herwiha dê derçûyan 45 cure karên giştî li gor pêdawîstiyên ofîsên parêzgeha Helebce bigrin, bi awayekî ku şareza û warên pisporiya wan bi curê kar û sernavê kar re li hev bikin.

 

Basnews

Top