Azad Osman: Biryar hatiye dayîn ku li Efrînê komên çekdar nemînin
Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê ya ENKSyê Azad Osman got, “Biryar hatiye dayîn ku ji destpêka meha pêşiya me ve li bajarê Efrînê komên çekdar nemînin.”
Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên di kontrola wê 18ê Adara 2018an Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kir.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Li şûna wan jî bi sed hezaran Erebên hawirde hatin bicihkirin.
Piştî aloziyên Kanûna Pêşîn a 2024an hinek Efrîniyên ku li Şehba, Heleb û Reqayê bi cih bûbûn dest bi vegera li cihên xwe kir.
“Dibêjin 71 hezar Kurd vegeriyane”
Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê ya ENKSyê Azad Osman ji Rûdawê re da zanîn ku 71 hezar kes vegeriyane bajarê xwe û got:
"Bi hezaran Erebên ku hatibûn bicihkirin vegeriyane û malên Kurdan vala kirine lê komên çekdar malên wan dagir dikin.
“Polîsên herêmî yên Efrînê amareke nû da me û ew dibêjin 71 hezar Kurd vegeriyane lê ne diyar e bê çend malbat in."
“Komên çekdar pereyan dixwazin û malên Kurdan dagir dikin”
Azad Osman diyar kir ku di maweyê du mehên borî de her cara ku malbateke Kurd vegeriyaye Efrînê çekdaran pere xwestine û ev kiryara wan hîn jî didome.
Azad Osmanê ku bi xwe li Efrînê ye got, "Hinek kom yan pereyan nastînin yan jî gelekî kêm distînin.
Lê koma Emşatê pereyekî zêde dixwaze û niha jî ji her malbateke ku dixwaze vegere wê herêma ku ew lê serdest in 1000 heta 1500 dolarî distînin."
Li gorî agahiyên ku wî dane, piştî ku 8ê Kanûna Pêşin a 2024an desthilata Esed nema, bi hezaran Erebên hawirde ji Efrînê çûne û çûna wan didome.
“Ew jî dixwazin vegerin cihên xwe”
Azad Osman li pêşbîniyên xwe yên derketina Erebên hawirde got:
“Em texmîn dikin ku heta gulana îsal Erebên hawirde li Efrînê nemînin çimkî ew jî dixwazin vegerin cihên xwe."
Azad Osman destnîşan kir, heta îro jî hinek ji wan Kurdên ku vegeriyane Efrînê li malên malbatên xwe dijîn û malên wan nehatine valakirin.
Li gorî agahiyên ku Azad dane, "Piştî rûxîna rejîma Esed, bi tohmeta karkirina bi PKK û Rêveberiya Xweser re li Efrînê û derdora wê 285 Kurd hatine desteserkirin.”
Azad Osman daxuyand ku hinek ji wan hatine berdan lê hinek ji wan hîn di girtîgehê de ne.
"Li Efrînê komên çekdar namînin"
Azad Osman li ser rewşa navxwe ya Efrînê jî got:
"Biryareke îdarî hatiye dayîn ku ji destpêka meha pêşiya me ve komên çekdar li nav bajarê Efrînê nemînin ku ev biryareke gelekî girîng e, bi taybetî jî ji bo Kurdan.
Li vir polîsên navxwe hene, bi vekişîna komên çekdar re biryar hatiye dayîn ku ku polîs cihê wan bigirin."
Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn 2024an, Şam kontrol kir û dawî li desthilata malbata Esed anî.
Bi kontrolkirina Şamê re, komên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (Tirkiye piştgiriyê dide wan) herêmên Şehba û Minbicê kontrol kirin ku berê di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn.
Vê yekê kir ku xelkê wan her du herêman ku piraniya wan Efrînî bûn û di koçberiyê de bûn careke din koçberî herêmên din ên di bin desthilata HSDyê de bibin û hinek ji wan jî vegerin Efrînê û derdora wê.
Rudaw