Berpirsekî Iraqê: Armanca hatina Wezîrê Derve yê Tirkiyê jinavbirina PKKê ye
Çavkaniyekî berpirs li Wezareta Derve ya Iraqê ji El Erebî El Cedîd re ragehand, serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji bo yek rojê ye û di vê yek rojê de li gel hewtayê xwe yê Iraqî û hersê serokatiyên Iraqê (Serokomar, Serokwezî û Serokê Parlamentoyê) re dê bicive, herwaha dê çend rêveberên din ên siyasî yê Iraqê jî bibîne.
Heman çavkaniyê ku daxwaz kir navê wî neyê aşkera kirin û got: ‘’Gotûbêjên Fîdan li Bexdayê, dibêjin li ser dosyaya ewlehiyê ya girêdayî hebûna PKKê û rijdbûna li ser pêwîstiya hemahengiya navbera Iraq û Tirkiyê, ji bo tekoşîna li dij PKKê di qonaxa pêş de, herwaha gotûbêja egera çalak kirina rêkeftina ewlehî – leşkerî ya ji bo kontrolkirina sînoran û rêgirîkirina li tevgera endamên PKKê mijarên gotûbêjan in.’’
Heman çavkaniyê diyar kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Bexdayê dosya Sûriye û pêşketinên peywendiyên Iraqê li gel îdareya Tirkiyê dê gotûbêj bike. herwaha pêwîstiya hemahengiya sêalî ya di navbera Bexda, Şam û Enqerê, vekirina deriyên sînorî li gel Sûriyê û dubare destpêkirina bazirganiya navbera Iraq û Sûriyê dê bên guftûgo kirin.
Herwaha diyar kir: ‘’Iraq di civînên fermî de hewl dide ji bo bi awayekî dadperwerî av bidest bixe ji bo Bexayê bi taybet jî di demsala havînê de.’’
Endamê lijneya peywendiyên derve li Parlamentoya Iraqê Muxtar Musewî jî dibêje: Serdana Fîdan û dema wê di saya wan bûyer û guhertinan de ye ku li navçeyê pêkhatin.
Musewî dibêje, serdan di payeya yekem de behs li ser dosyayên ewlehiyê ye, ji ber Tirkiye giringiyekî zêde dide tekoşîn û jinavbirina PKKê ya li Iraqê.
Berê ajansa nûçeyan a Reutersê ragehand, serdana Fîdan di demekî de ye ku Tirkiyê gelek caran daxwaza hilweşandina YPGê li Sûriyê kiriye.
Basnews