HSD pêşniyara Dîmeşqê red kiriye
Dibêje heta êrîşên Tirkiyeyê bidomin ti pêşniyarek qebûl nake.
Li gor nûçeyeke El Cezîreyê, Rêveberê nû yê desthilata Dîmeqşê Ehmed Şeri ( Golanî) pêşniyareke 3 xalî pêşkêşî HSD kiriye lê HSD ev pêşniyara han red kiriye.
Golanî gotiye bila HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, herêmên niha û desthilata niha ya leşkerî ya HSD were parastin û ji dahata petrolê para Dîmeşqê were şandin, lê HSD jiber êrîşên Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ev pêşniyara han red kiriye û gotiye heta komên din nebin beşek ji artêşê û êrîşên Tirkiyeyê neyên rawestandin, vê ti pêşniyarek qebûl nekin.
Rudaw