• Wednesday, 29 January 2025
logo

Li Sûdanê di êrişa li ser nexweşxaneyekê de 70 kes hatin kuştin

Gulan Media January 27, 2025 Nûçe
Li Sûdanê di êrişa li ser nexweşxaneyekê de 70 kes hatin kuştin

 Li bajarê El Faşer, Paytexta Eyaleta Darfura Bakur a Sûdanê di êrîşa li ser nexweşxaneyekê de, nêzîkî 70 kes hatin kuştin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand, Li bajarê El Faşer di êrîşa li ser Nexweşxaneya Erebistana Siûdî de, hat kirin da 70 kesan canê xwe jidest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Ghebreyesus ev êrîş wek “metirsîdar” binav kir û da zanîn ku nexweşxane di dema êrîşê de bi nexweş û malbatên wan dagirtî bû.

Herwiha tekez kir, ev nexweşxane, nexweşxaneya bi tenê ye ku hîn li wî bajarê dorpêçkirî kar dike, ku ev yek jî giraniya rewşa mirovî li herêmê zêde dike.

Ghebreyesus diyar nekir ka kî li pişt vê êrîşê ye, lê rayedarên herêmî Hêzên Piştgiriya Bilez bi vê êrîşê tawanbar dikin.

Roja Înê jî, bajarê Faşir, Paytexta Eyaleta Darfûr a Bakur li Sûdanê, şer û pevçûnên tund ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de derketin, firokeyên şer ên artêşê jî çend cihên ku Hêzên Piştgiriya Bilez lê bicih bûne, li bakurê bajêr bombebaran kirin. 

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paramîlîter de, ku di Nîsana 2023an de ji ber nakokiyên li ser yekbûna her du hêzan derketibû, bûye sedema mirina bi dehhezaran û koçberkirina bi mîlyonan ji malên xwe.

 

K24

Top