• Wednesday, 05 February 2025
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistantv bi awayeke pîşeyî erkên xwe cîhbicîh kiriye

Gulan Media January 18, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurdistantv bi awayeke pîşeyî erkên xwe cîhbicîh kiriye

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdistantv dike.

Bi minasebeta 26mîn salvegera damezrandina KMN ( Kurdistantv) Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevahiya stafa Kurdistantv kir.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Biminasebeta 26mîn salvegera damezrandina Kurdistantv, pîrozbayî li tevahiya stafa birêz ya Kurdistantv dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir ji wan re dixwazim.

Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Kurdistantv yekem kanala Kurdistaniye ku, li Kurdistanê dest bi weşanê kiriye û weke kanaleke nîştimanî roleke berçav bo berevanî kirin ji mijar û destkeftinên nîştimanî û pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê lîstiye û erkê pîşeyî û medyayî ya xwe bi awayeke pîşeyî û rastgoyane cîhbicîh kiriye û xizmeteke gelek zêde bi huner û çanda Kurdî kiriye.

Di dawiya peyama xwe de Barzanî destxweşî li tevahiya karmendên Kurdistantv kiriye û hêviya serkeftinê bo wan xwestiye.

 

Top