Romana Mehmet Gur ‘Şêx Zîro’ derket
Pirtûka duyem a nivîskarê Kurd Mehmet Gur a bi navê “Şêx Zîro” ji aliyê Weşanên Erdayê ve hat çapkirin.
Romana “Şêx Zîro” ji 150 rûpelan pêk tê û romana yekem a nivîskar Mehmet Gur e.
Mehmet Gur, roman li ser sê stûnên ramanên Kurdî yên resen ava kiriye.
Xweza ji fikrên Yarsanî, Zerdeştî û Ehmed Namî wergirtiye.
Hevokên xwe bi fikrên Kurdewarî û ronahiya rewşenbîrên Kurd risandine.
Jiyan û serpêhatiyên Mehmet Gur ji nava çîrok û serpêhatiyên gel û welatê wî tê û di romana Şêx Zîro de gihiştine hev.
Ew bûyerên ku di civaka Kurdan de dîtine û bihistine, bi pisporiya civaknasekî nivîsiye û xebateke wêjeyî pêşkêşî xwînêran dike.
Roman, wekî şerê ronahî û tariyê, dîroka gel û welat raxistiye ber çavê xwînêran.
Dîroka miletêkî, bi hemû taymendiyên wê ve, bi hostatî nivîsiye û wekî çemekî di rûpelan de herikandiye.
Di şexsê lehengê Roj û Şêx Zîro de, şerê ronahî û tariyê, bi peyv û wêjeyekî xurt û herikbar hatiye nivîsandin.
Mehmet Gur, hêvî û xeyalên welatekî azad, li ser fikrên pêşeng û çanda resen, bi navên dara xwezaya welêt xemilandiye.
Pirtûka yekem a nivîskar a bi nave “Rêwîngiya Çavşînê” sala 2020an ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hatibû çapkirin.
Mehmet Gur kî ye?
Mehmet Gur sala 1981ê li herêma Feraşînê ya Colemêrgê ji dayîk bûye.
Wî dibistanên seretayî û navîn li Wanê xwendine, lîse di Girtîgeha Mûşê de xwendiye.
Li Zanîngeha Wanê Beşa Teknolojiyên Şîr û Berhemên Şîrî qedandiye.
Her wiha Zanîngeha Eskîşehîrê Beşa Têkiliyên Civakî û Reklamê qedandiye.
Gur sala 1998an dema xwendekarê Iîseyê bû hat girtin û 6 salan di zîndanê de ma.
Sala 2011ê dîsa hat girtin û 7 salan girtî ma.
Ew di Serhat Newsê de qunciknivîsiyê û nûçegehaniyê dike û her wiha di Nûhevê de ji nivîsên wî tên belavkirin.
Wekî din di gelek malperên Kurdî de dinivîse û li ser çand, dîroka Kurdî û Kurdistanê lêkolin û lêkolînan dike.
Rudaw