• Wednesday, 05 February 2025
logo

Piştî 9 roj revandin û diyarnemanê, terme Şêx Omer Mihyedîn li taxeke Şamê hat dîtin

Gulan Media January 14, 2025 Nûçe
Piştî 9 roj revandin û diyarnemanê, terme Şêx Omer Mihyedîn li taxeke Şamê hat dîtin

Rûniştvanên bajarê Şam a paytexta Sûriyê terme îmamekî mizgeftekî li taxa Cobar a Şamê dîtin.

Malpera nûçeyên navxwe ya ‘’Dengê Paytext’’ a Sûriyê ragehand, terme Omer Mihyedîn Hurî ji aliye xelkê ve li taxa Cober hatiye dîtin.

Li gor heman çavkaniyê ew kesê oldar xelkê taxa Meydan a Şamê bûye û îmamê mizgefta Mêbî Bin Emîr a li taxa Beramke bûye. Xelkê navçeyê wî tometbar dikin ku ew yek ji kesên alîgirê rejîma berê bûye û di sala 2011ê de beşdar bûye di girtine dehan xwepêşanderan de.

Vê derbarê de Komeleya Zana û Bangxwazên Sûriyê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji fermandarê operasyonên leşkeri û fermandarê giştî yê îdareya nû ya Sûriyê Ehmed Şera kir: Helwêstê guncaw hebe ji bo geheştina bi dadperwerî û parastina mafên xelkê welat.’’

 

Basnews

Top