Sînan Çîftyurek: Serdana Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê girîng û pîroz e
Parlamenterê DEM Partiyê serdana Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê û hevdîtina wî ligel berpirsên HSD û ENKSê bi girîng û pîroz bi nav kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: “Serdana nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê û hevdîtina wî ligel berpirsên HSD û ENKSê gaveke girîng û pîroz e.”
Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî duh 13ê Çile serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi awayekî cuda ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl re civiya û peyama yekrêziyê ya Serok Barzanî gihand her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê.
Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, di civîna Dr. Hemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî de, tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê hene, hatiye kirin.
Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî tekezî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan û pêkanîna aramiya li herêmê kir û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e hewldanên hevpar di navbera hemû partiyên Kurd de hebin.
Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Em bi hêvî ne ku encama hatina Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê di rojên gelekî nêzîk de diyar bibin û em lihev bikin, ji ber ku pêştir me li ser nêrîna siyasî ya hevbeş û Lêvegera Kurdî ya Bilind lihev kiriye.”
Basnews