Wezîrê Derve yê Sûriyeyê serdana welatên navçeyê dike
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand, ew ê vê hefteyê serdana Qeter, Îmarat û Urdinê bike, piştî serdana xwe ya fermî ya yekem a hefteya borî bo Erebistana Siûdî.
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şîbanî îro 4ê Çile li hejmara xwe tora civakî “X” nivîsî: “Vê heftiyê ezê bi nûnertiya welatê xwe, serdanên fermî bo Qeter, Îmarat û Urdinê bikim.”
Şîbanî destnîşan kir, “Em di van serdanan de, li benda piştgiriya aramî, ewlehî, vejandina aborî û avakirina hevkariyek bihêz dikin.”
Roja Yekşemê 08.12.2024an, çekdarên opozîsyonê bajarê Şamê kontrol kirin û Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed reviya Rûsyayê.
K24