Nûnerê berê yê Amerîka li Sûriyê: Li Sûriyê cihê PKK, DAIŞ û Spaha Pasdaran nîne
Nûnerê berê yê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffery, di hevpeyvîneke li gel kanala El Csûr Newsê de behsa wê dike û dibêje, li Sûriya nû de cihek ji bo PKKê nîne.
Jeffery di hevpeyvîna xwe de dibêje, belavbûna hêzên Amerîka li Kobanê, taxtîkiye û eger Amerîka şiyana Şamê ya şerê li dijî DAIŞê bibîne dê ji wî welatî vekişe.
Li ser rewşa Sûriyê û ewlehiya wî welatî jî Jeffrey got, di Sûriyeya nû de cihê PKK, DAIŞ û Spaha Pasdaran nemaye.
Ev di demekî de ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 900 leşkerên Amerîkayê hene û heta niha venekişiyane.
Basnews