Desteya Tehrîr Şam li Şamê dest danî ser mala Mam Celal û baregeha YNKê
Kanala El Erebiye ragehandiye ku hêzên ewlekariyê yên ser bi Rêveberiya Proseyên Leşkerî yên Hikûmeta nû a Sûriyê li Şamê, dest danîn ser navenda YNK û mala Mam Celal.
Li gor agahiyên wê kanalê ku çavkaniyeke dîplomasiya Iraqê daye wê, çekdarên asayîşa Desteya Tehrîr Şam sê cîh desteser kirine, ew jî baregeha YNK û cihê mayîna nûnerên wan û xaniyeke ku Xwediyê wê sekreterê berê yê hizbê Celal Talebanî ye.
Herwaha hatiye ragehandin, ku desteserkirina baregeh û male di derengiya şeva Înê pêk hatiye, lê wê demê ji ber hewl û danûstandinên vegerandina wan nehat ragihandin.
Herwaha hatiye ragehandin ku hizb li gel dezgayê asayîşê li ser xetê ne, ta ku navendê bidin YNKê û destbiserda girtinê li ser rakin.
YNK di sala 1975 li Sûriyê hatiye damezrandin û çalekiyên xwe li wê derê destpê kiriye, ji ber wê jî pêywendiyên wê yên siyasî û dîrokî li gel desthilatiya berê ya Sûriyê de hebû ye.
Basnews