Sûriye.. Ji dema ketina rêjîmê ve 114 kes hatine kuştin
Li Hema, Hums û Tartûsê gelek bûyerên kuştina meydanî hatine kirin û zêdetir ji 114 kesan di bûyeran de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li navçeyên cuda yên Sûriyeyê, zêdebûneke berçav di rewşên tevliheviya ewlekarî û belavbûna çekdaran heye, ku bûye sedema bûyerên kuştinên bêserûber û bidarvekirinên meydanî dubare bûn.
Rewangehê da zanîn, li parêzgehên Hema û Humsê rêjeya herî mezin a van tawanan hatine tomarkirin û piştre jî herêmên peravên Sûriyeyê Laziqiye û Tartûsê tên.
Li gorî belgeyên Rewangehê, 62 bûyerên kuştin ji dema rûxandina rêjîma Beşar Esed ve li van parêzgehan hatine tomarkirin, di encamê de 114 hatine kuştin ku di nav wan de jin û zarok hene.
Hûrgiliyên tawan û qurbaniyan wiha ne:
Hums: 18 tawan, tê de 35 mêr û jinekê hatin kuştin.
Hema: 25 tawan, tê de 48 mêr û 2 jine hatin kuştin
Laziqiye: 11 tawan, tê de 19 mêr û jinekê hatin kuştin
Tertûs: 8 tawan, tê de 7 mêr û zarokek hatin kuştin.
K24