• Tuesday, 07 January 2025
logo

Tirkiyeyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir

Gulan Media January 5, 2025 Nûçe
Tirkiyeyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir

 HSDyê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê 5 caran Bendava Tişrînê û 3 caran bajarê Dêr Hafirê bombebaran kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand doh ku balafirên şer ên Tirkiyeyê bajarê Dêr Hafirê û derdora wê, her wiha Bendava Tişrînê ya li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê bombebaran kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şer û bombebaranan ragihand:

“Balafiran 5 caran Bendava Tişrînê û 3 caran bajarê Dêr Hafirê bombebaran kirine.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku di encama êrişên wan ên du rojan ên li dijî artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar li derdora Minbic û Bendava Tişrînê 72 leşker û çekdar hatine kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku termê 16 leşker û çekdaran ketine destê hêzên wan.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser Xê ragihand ku 9 şervanan di topbarana wan de canê xwe ji dest daye û got:

“Operasyon dê di her rewşê de berdewam bikin.”

Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 25ê Çiriya Paşîn a 2024an dest bi operasyona li dijî artêşa Sûriyeyê kir, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê operasyonek bi navê “Fecrul Huriye” ragihand û êrişên xwe yên li ser HSDyê zêde kirin.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê Şehba û Minbic kontrol kirin û niha dixwazin Bendava Tişrînê jî kontrol bikin lê şervanên HSDyê nahêlin.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike û 100 megawat elektrîk berhem tîne lê berê kapasîteya wê ya giştî 600 megawat e.

 

Rudaw

Top