Rêveberekî ENKSê: Ereb li Efrînê derdikevin û wegera kurdan a ji bo navçeyên xwe jî berdewame
Rêveberekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragehand, ereb, bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bicîh dihêlin û wegera kurdan a ji bo navçeyên xwe jî berdewame û heta naha 4 hezar malbat wegeriyane navçeyên xwe.
Îro 04.01.2024ê berpirsê ENKSê li Efrînê Ehmed Hesen ji BasNewsê re ragehand, piştî koçberbûna komî ya rûniştvanên Efrînê ya sala 2018ê de, ji ber şer û proseya leşkerî, wek ENKS û xelkê niştimanperwer me daxwaz kir xelk wegere ser erde xwe ku cîhê bav û bapîrên wan e. Bangevaziya me sedem bû ji bo pûçkirina guhertina demografik a navçeya Efrînê û vê dawiyê jî me bangevazî kir xelk wegere ser cîhên xwe û karasanî bo koçberan me kir ku wegerin û ji bo wê jî bêberamber otomobîlên veguhestina malên wan me ji bo wan dabîn kir.
Herwaha got, wegera koçberan berdewame û heta naha zêdetir ji 4 hezar malbat wegeriyane.
Ehmed Hesen got; Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, heta astekî azadî heye û wê jî wisa kiriye ku xelk wegerin gund, navçe û bajarên xwe û hejmarek malbatên ereb jî çûne ser cîh û warên xwe, ew erebên ku wegeriyane hejmara wan zêdetire ji wan kurdên ku hatine ser cîh û warên xwe.
Wî berpirsî diyar kir, li gel hilweşîna rejîma Esed girtî li girtîgehên Sûriyê hatin azad kirin, lê girtiyên Efrînê her wek xwe li girtîgehanin û pêwîste ewên tewan nekirine û bê sedem girtîne bên azad kirin, ji bo ku xelk nefesekî azadiyê helkêşe û piştî hilweşîna rejîma Esed êdî bac û rişwet ji bo wegera xelkê ya ser cîh û warê xwe ji wan neyê wergirtin, ji ber ku debara xelkê bixwe xirabe.
Basnews