Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobaniyê berdewam e
Çalakiya nobetê ya xelkê Bakurê Kurdistanê çend roj in li ser sînor ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Roja Înê bi hezaran welatî bi pêşengiya DEM Partî, DBP, rêxistinên civaka sivîl û dayikên aştiyê herikîn navçeya Sirucê ya Rihayê ku hevsînor e li gel herêma Kobaniyê.
Welatiyan bi yekdengî banga rawestandina êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û hêzên Kurdî kirin.
"Dilê Kurdan çar parçe be parçeyek jê Kobanî ye"
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç wiha got:
"Dilê Kurdan çar parçe be parçeyek ji wî dilî Kobanî ye û parçeyek jî Sirûç e.
Em dibînin li vê derê û li hemû deverên Kurdistanê gelê me civiya ye û ber bi Kobaniyê ve diçe
Îro roja parastina dilê Kurdistanê ye. Hemû cîhan dizane ku Kobanî ne tenê bajar an bajarokek e.
Kobaniyê ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê mînakeke mezin nîşan da di şerê dijî DAIŞê de.
Bila çeteyên dagîrker baş bizanibin ku gelê Kurd sed sal in serî li beramberî wan netewandiye û îro jî natewîne.”
Di çalakiyê de pankarta "Oxlim bavê te jî nikarî bû" hat bilindkirin ku Şêx Murşîd Xeznewî çend roj berê li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê di gotareke xwe de ew gotin kiribûn.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî di çalakiyê de banga yekîtiyê li Kurdên çar aliyên welat kir.
"Eger em nebin yek em dê sedsaleke din jî winda bikin"
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek wiha anî ziman:
"Eger em yekîtiya xwe li her çar parçeyan pêk bînin, em dê destkeftên xwe yên 170 sal in ku îro du fêkî dane û Herêma Kurdistanê û Xweseriya Rojavayê Kurdistanê ne biparêzin.
Eger em yekîtiyê pêk neyînin dêstkeftên me yên 170 salan dê ji destê me herin û em dê sedsaleke din jî winda bikin."
Piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, çekdarên "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê" ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrala Rêveberiya Xweser de zêde kirine.
Şer û pevçûnên di navbera şervan û çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê de berdewam in û HSDyê herî dawî doh kuştina 72 çekdarên wê grûpê ragihand.
Rudaw