• Sunday, 05 January 2025
logo

Di salekî de zêdetir ji 3 milyon û 229 hezar kesan ji projeyên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî mifa wergirtine

Gulan Media December 31, 2024 Nûçe
Di salekî de zêdetir ji 3 milyon û 229 hezar kesan ji projeyên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî mifa wergirtine

Li gor raportekî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ku wêneyekî geheştiye dest BasNewsê di heyama salekî de ango ji meha Çileya sala 2024ê heta meha Kanûn a 2024ê, 3 milyon û 229 hezar û 561 kesan, ku wek 433 hezar 257 malbatan ji proje û çalakiyên xêrxwaziya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî mifa û sûd wergirtine.

Di sala 2024ê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî 121 proje bi budceya 10 milyar û 448 milyon û 140 hezar dînaran cîhbicîh kirine, ku koçber, penaber, xelkê xwecihî û hemwelatiyên welatên din jê sûd wergirtine.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di warên mirovî de, alîkariyên tiştên navmalê, heta tiştên parastina ji serma û germayê, av û tiştên debara jiyanê, herwaha di warên rêveberî û hemahengiya gel kampan, penageh, tenduristî, aliyên darayî, ewlehiya xorak û perwerde û pêşxistinê hemû waran de alîkarî kirine.

Herwaha li gel alîkariyan ji aliyê cografyayî ya parêzgehên Herêma Kurdistanê, Nînowa, Diyale û Bexda jî li xwe girtiye û li ser asta derve jî li welatên Sûriye û Lubnanê alîkarî kirine.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî, saziyekî sivîl û nesiyasî û derveyî berjewendîxwaziyê ye û sala 2005ê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hate ava kirin. Serokê damezrîner ê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ye û rasterast serpereştiya karên wê dike.

 

 

Basnews

Top