Sedî 38ê jinên Kerkûkê sûnetkirîne
Li gor encamên wê lêkolînê, sedî 38.2ê jinên Kerkûkê sûnetkirine û ligel encamên xirab ên sûnetkirinê dijîn. Di nava wan de jî li Kerkûkê herî zêde jinên kurd hatine sunetkirin û rêjeya wan sedî 65.4 e. Jinên Ereb bi rêjeya sedî 25.7 û yên tirkmen jî sedî 12.3 ye.
Ji jinên hatine sunetkirin, sedî 40.9ê wan ji mezhebê Sûnne, sedî 23.4 ji mezhebê Şîe û sedî 42.9 jî Kakeyî ne. Lê ti jineke Xiristiyan nehatiye sunetkirin.
Rêjeya sûnetkirinê ya di nava jinên temenê wan di bin 20 saliyê re sedî 15 bû. Ev jî derdixe holê ku encamdana fenomena sûnetkirina jinan ber bi kêmbûnê ve diçe. Di nava jinên ku temenê wan di navbera 60-70 saliyê de, rêjeya sûnetkirinê digihe seedî 80an. Li gor nêrîna kesên beşdarbûne, ev fenomen peywendî bi ‘kevneşopî û ol’ ve heye.
Li gor wê lêkolînê, hinek gundiyên Ereb bi rêjeya sedî 21ê wan, endama mêyîne pir têkdane û jêre ‘Nasor’ kirine ango birîna herdu lêvên nav yan derve yê endama mêyîne.
Sûnetkirina jinan ji bilî Kurdan, di nava neteweyên din ên İraq û piraniya welatên cîhanê de heye. Tê texmînkirin ku li seranserî İraqê bi milyonan jin û keç rastî vê binpêkirina gewdeyî hatibin.
Di nava du salên borî de Rêxistina WADİ lêkolînek hevbeş li Kurdistana İraqê encam da û derket holê ku li Herêma Kurdistanê rêjeya sûnetkirinê sedî 72 bû. Bi wê rêjeyê jî piraniya çavdêrên mafê mirovan lêkolînek belavkirin ku piştgirî û tevayî encamên WADI bû. Ji bo pêdeçûna vê fenomenê, hewl hat dayîn ku zext li çalakvan û grûbên mafê mirovan ên jinan bê kirin. Ji ber vê sedemê jî li parlamentoya Herêma Kurdistanê yasaya qedexekirina sunetkirina jinan hat derxistin.
Rudaw