Hêzeke Amerîkayê li Kobaniyê bi cih bû
Hêzêke Amerîkayê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi cih bû.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke Hevpeymaniya Navneteweyeyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya bi serkêşiya Amerîkayê li bajarê Kobaniyê bi cih bû.
Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê ragihand ku hêzên koalîsyonê ew navend ji bo aloziyên li derdora Kobaniyê kêm bikin û di navbera HSD û komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê bibin navbeynkar daniye.
Bi gotina Ramî Ebdulrehman ew navend dê heta ku agribest bi temamî were bicihkirin li Kobaniyê bimîne.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.
Her wiha hêzên Rûsyayê yên li Kobaniyê jî vekişiyan.
Li aliyê din, li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de di navbera HSD û komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê de şer û pevçûnên girdan derdikevin.
Tirkiye jî gefên operasyonê li bajarê Kobaniyê dixwe.
Rudaw