• Friday, 27 December 2024
logo

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bo Îranê: Desttêwerdanê di karûbarên me de neke

Gulan Media December 25, 2024 Nûçe
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bo Îranê: Desttêwerdanê di karûbarên me de neke

 Wezîrê Derve yê Sûriyeyê yê hikûmeta veguhêz haydariyê dide Îranê ku, desttêwerdanê di karûbarên navxweyî yên welatê wî de neke.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê yê nû Eshed Şeybanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Em haydariyê didin Îranê ku desttêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de neke û rêzê li îradeya gel û serweriya welatê me bigire, herwesa nebe sedemek ji bo çêbûna gêleşokê li Sûriyeyê.”

Gotinên Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ji bo bersivdana Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ne, ku berî çend rojan di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû, ew wesa difikirin ku li paşerojê gelek guhertin li Sûriyeyê çê dibin.

Her li ser aloziyên deverê, Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera (Ebu Mihemed Colanî) piştî civîna xwe ya bi şandeke bilind a Libnanî re li Dîmeşqê ragehandibû, “Azadkirina Sûriyeyê dever ji şerê cîhanî yê sêyê rizgar kir û hebûna milîşyayan jî li Sûriyeyê bûbû sedema nîgeraniya hemî welatên deverê.”

 

K24

Top