Li Muglayê helîkopter ket: Mirî hene
Li Muglayê helîkoptereke Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê li nexweşxaneyekê ket û ket erdê.
Bûyerê li navçeya Menteşeyê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê rû da.
Li gorî agahiyan, helîkoptereke ambulans li avahiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sitki Koçmanê ket û ket hewşê.
Gelek tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
4 kes mirin
Li gorî agahiyên destpêkê 2 pîlot, bijîşkek û karmendekî tenduristiyê mirine.
Xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam dikin.
Rudaw