Artêşa Tirkiyeyê hêzeke mezin li derdora Kobanê kom dike
Artêşa Tirkiyeyê piştî gefên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê, îro 21ê Berçile hêzeke mezin a bi tank û çekên giran şandin Cerablûs û Minbicê yên nêzîkî Kobanê.
Dîmenên karwaneke çekên giran ên artêşa Tirkiyeyê li navenda bajarê Cerablusê yê li nêzîkî bajarê Kobanê dimeşe, hate dîtin û torên civakî tije kir.
Ji dema ku opozisyona Sûriyeyê di 8ê Berçile de bajarê Şamê kontrol kiriye, artêşa Tirkiyeyê hêzên giran li navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê kom dike. Li hinek deverên din jî, komên çekdar ên nêzîkî Enqereyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin û çend navçe bi taybetî Til Refet, Minbic û parêzgeha Dêrezorê girtin.
Her çend e piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Amerîka navbeynkariya agirbesteke di navbera komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê û hêzên HSDê de dike, lê bê encam e, hîna jî fişarên Tirkiyeyê bi mebesta bêçekkirina HSD û YPGê li Rojavayê Kurdistanê hene û wan neçar dike ku xwe radestî Şamê û rêveberiya Sûriyeya nû bikin.
Gefên Erdogan
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera xwe ya ji Qahîreyê bo Enqereyê de got, Tirkiye dê di avakirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê de beşdar bibe û di demeke nêzîk de hemû rêxistinên çekdar dê bên jinavbirin.
Erdogan got jî: "Li Sûriyeya nû ti komên terorîstî nîne. Ji PKK û komên girêdayî wê re ti dem nemaye. Em ê rêxistinên terorê yên wekî DAIŞ, PKK û YPG di demeke nêzîd de jinav bibin.”
https://www.facebook.com/reel/586247274147500
Planên Artêşa Tirkiyeyê
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, “li Kobaniyê çekdarên YPG û PKKê cidî ne ku wan deveran bernedin, herwesa li Hesekeyê jî hin çalakî hebûne, lê îdareya nû ya Dîmeşqê xasma li Reqe û Rebqeyê daxwazê ji wan dike ku çekên xwe danin. Em hêvîdar in ew bikarin di navbera xwe de lihev bikin.”
Helwesta Almanyayê
Wezîra Derve ya Almanyayê Annelena Baerbock duhî 20ê Berçile serdana Tirkiyê kir û piştî civçna bi Wezîrê Derveyê Tikiyê Hakan Fîdan re ragihand, pêwîst e ewlehiya Kurdan di Sûriyeyeke serbixwe, azad û aram de parastî be.
Herwiha Annelena Baerbock got jî: “Divê komên çekdar ên Kurd li Sûriyeyê çekên xwe deynin û tevlî hêzên ewlekarî yên hikûmeta nû ya Sûriyê bibin.
K24