• Sunday, 22 December 2024
logo

Ji çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bo PKKê: Êdî kes baweriyê bi wan dirûşman nake û Rojavayê Kurdistanê bicîh bihêlin

Gulan Media December 22, 2024 Nûçe
Ji çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bo PKKê: Êdî kes baweriyê bi wan dirûşman nake û Rojavayê Kurdistanê bicîh bihêlin

Çalakvanên Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji PKKê kirin ku ji Sûriyê vekêşin û li Rojavayê Kurdistanê xwe vekêşin, ji bo ku bixwe bikarin karûbarên xwe birêve bibin û biryarê debarê çarenivîsa xwe de bidin û mafên xwe bidest bînin. Herwaha daxwaz dikin pirsa kurd ji bo hizrên xwe yên partiyê nekin qurban, ku peywendiya wê bi berjewendiya hemwelatiyên navçeyê ve heye.

Çalakvan Omer Ehmed li Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêwîste PKK kurdên Sûriyê ji milmilaneya li gel Tirkiyê ya li navçeyên kurdî yên Sûriyê dûr bixe.’’

Herwaha got: ‘’PKK navçeyên kurdî yên Sûriyê kiriye qada milmilaneya li gel Tirkiyê, şerê li gel Tirkiyê bi fermana serokê berê yê hatî hilweşîn ji Tirkiyê ve veguhestiye bo nav Sûriyê.’’

Navborî diyar kir: ‘’PKK di heyama 40 salên desthilata malbata Esed de êş û malwêranî ji bo gelê kurd ê li Sûriyê anî, ku kurd ji sotemeniyê bûye sotemeniya hizra rejîmê û welatên din ên navçeyê.’’

Herwaha got: ‘’PKK dixwaze careke din kurdan bixe nav milmilaneya li gel Tirkiyê, j ibo ku kurdên li Kobanê mane di bin dirûşmên êdî kes pê bawer nake koçber bibin.’’

Ew çalakvanê siyasî, dibêje projeya PKKê li Sûriyê li gel hilweşîna Rejîma Sûriyê li Şamê şikest, ‘’Ne opozîsyonbûna PKKê tê qebûl kirin û ne jî xelkê Sûriyê kurd jî di nav de vê yekê qebûl dikin û ne jî Tirkiye qebûl dike.’’

Omer Ehmed dibêje: ‘’Naha Esed li desthilatê nemaye, PKK jî li dû ye ku careke din li ser hesaba gelê kurd ê Sûriyê xwedî rol be, wek baskekî ji bo her aliyekî ku rola xwe dubare bike.’’

Ji aliyê din ve rojnamevanê kurd Raman Yusif di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’PKK bi dehan sale xwîna ciwan û jinên kurdan li Sûriyê dirjîne, xelk têkelî şerê li gel Tirkiyê kirine û ew şer ti peywendiya wê bi doza kurdî ve jî tine.’’

Herwaha dibêje: ‘’Derbarê bûyerên Sûriyê de ew partiye yekem alî bû ku danûstan li gel Rejîma Sûriyê kirin û bi armanca rêgirîkirin li her projeyekî din a serxwebûna kurd a Sûriyê. Bi salane şer kirin bi navê dê xelkê rizgar bikin, lê rastî bi temamî berovajî wê aşkera dibin.’’

Rojnamevan Raman Yusif dibêje: ‘’Di vê qonaxa giring a navçe têde derbas dibe û li gel hilweşîna rejîma Beşar Esed, rêveberiya Qendîlê hemû yekdengiyekî di nav aliyên kurdî yên Sûriyê de red dikin û gef dixwin û heta hin ji endamên kurdên rojava eger fermana wan bicîh neynin tên kuştin.’’

Herwaha dibêje: ‘’Ev reftare belgeyekî ronî ye li ser wê yekê ku li gor hizra welatên navçeyê kar dikin, ku armanca yekem û dawî ji rê derxistina her projeyekî serxwebûnê ya kurdî ye û radestkirina navçeyên zêdetire, wekî ku li Efrînê pêkhat, li Serê Kanî û Til Abyad û Minbicê pêkhatin.’’ Herwaha got: Qendîl berpirsyarê serekî ye ji hemû tiştên li Kurdistan a Sûriyê pêktê.’’

Herwaha got: ‘’Pêwîste gelê me li Rojavayê Kurdistanê hişyar be, daxwaza mafên xwe bike, lêpirsînê li hemû wan aliyan bike ku bûne sedemê rastiyên dilêş.’’ Û diyar kir: ‘’Divê bi xwepêşandanên aştiyane biçin derve û daxwaza dûrxistina PKKê ya li navçeyên me bikin.’’

Navborî daxwaz kir: Hêzên kurdî yên wek Pêşmergeyên Rojava ku hêza kurdên Sûriyê ne û li Herêma Kurdistanê ne, berpirsyartiya parastina navçeyên me ji her êrîşekî û herwaha asayîşa sînoran û selametiya rûniştvanan bigrin stûyê xwe.

Çalakvanê siyasî yê kurd Biryar Kûtî jî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand: ‘’Eger her rêkeftinek li gel Tirkiyê bê kirin û çekdarên derveyî Sûriyê biçin, pêwîste Mezlûm Ebdî û ewên din li gel wan derbikevin.’’

Herwaha got: ‘’Sûriyeyî ya we/ Kurdayetiya we ti sûdekî wê tine, ji ber we gelek ziyan gehande xelkê Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê jî îdareya sivîl û leşkerî radestî xelkê niştimanperwer bikin û li gel bêhêvîtiyê hûn jî biçin.’’

 

Basnews

Top