• Monday, 23 December 2024
logo

Ahmet Davutoglu: Eger li Sûriyeyê herêmek xweser bê avakirin divê Tirkiye netirse

Gulan Media December 21, 2024 Nûçe
Ahmet Davutoglu: Eger li Sûriyeyê herêmek xweser bê avakirin divê Tirkiye netirse

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê dibêje, eger biryara sîstema federalî li Sûriyeyê were dayîn, divê Tirkiye netirse û wê ji bo xwe gef nebîne. 

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Siberojê Ahmed Davutoglu duhî 20ê Berçile di hevpeyvînekê bi kenaleke Tirkiyeyê re li ser rewşa Sûriyeyê ragihand,“Eger nûnertiya her kesî misoger bibe, dewleteke yekgirtî peyda dibe.”

Davutoglu derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de got: “Divê Sûriyeyî biryara federalîbûnê bidin, dixwazin yan nawazin. Piştî dagirkirina Iraqê, avakirina federatîf neçarî bû. Ji Mela Mustefa Barzanî ve şer hebû û komkujiya Helebceyê rûdabû. Li Tirkiyeyê şerê Kurd û Tirkan nebû. Çima niha? Eger Sûrî biryara herêmeke xweser bidin, divê Tirkiye jê netirse. Hêzên mezin nabe bitirse . Divê Kurd jî di nava sîstemê de cih bigirin.”

Davutoglu amaje bi wê jî kir, “Têgihiştinek heye ku hemû Kurd YPG ne. Divê Kurdên Sûriyeyê jî weke gelên din weke civakeke xwedî mafên wekhev bên ragihandin. Divê Tirkiye ragihîne ku ew li dijî her zulma li ser Kurdên Sûriyeyê ye.”

Herwiha Davutoglu ragihand, di nava Tirkiyeyê de hin alî hene, Kurdan wek gefeke sereke dibînin û got ku ev têgihiştin were hilweşandin û got: “Ez ê çima Hewlêrê ji bo xwe gef bibînim. Dema hûn hemû aliyan dijmin bibînin, hûn mezin nabin. Divê Tirkiye beriya Amerîkayê xwedî li mafên Kurdan derkeve.”

û Serokê Partiya Siberojê got jî: “Divê Druze jî di nava sîstemê de cih bigirin. Divê pêşî li îstismarkirina Durziyan a ji aliyê Îsraîlê ve bê girtin. Divê Tirkiye ti carî destûrê nede cudakariya Elewî-Sunnî.”

 

K24

Top