Serok Barzanî û balyozê Tirkiyeyê civiyan
Behsa têkiliyên du alî hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê Anil Bora Inan kir.
Di civînê de giftûgo derbarê prosesa siyasiya herêma Kurdistanê û pênvagên piştî hilbijartinê û ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê hate kirin û her du alî balkêşandine ser têkiliyên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî.
Her di heman civînê de Serok Barzanî û balyozê Tirkiyeyê behsa têkiliyên du alî kirin û tekez li ser hevahengî û pêşde birina têkiliyên han kirin.
Pêşhat û guhertin dawî yên li deverê mijareke din ya vê civînê bûn.