• Friday, 27 December 2024
logo

Soran Omer ji Sûdanî re: Grûpên çekdaran petrola Kerkûkê bi qaçaxî hinarde dikin

Gulan Media December 5, 2024 Nûçe
Soran Omer ji Sûdanî re: Grûpên çekdaran petrola Kerkûkê bi qaçaxî hinarde dikin

Parlamenterê Kurd li Parlamentoya Iraqê Soran Omer ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re got, grûpên çekdar rojane zêdetirî 100 hezar bermîlên petrolê ji Kerkûkê bi qaçaxî derbasî welatên cîran dikin.

Endamê Fraksiyona Komelgeha Dadwerî li Parlamentoya Iraqê Soran Omer duhî 04.12.2024an di civîna parlamentoyê de ku Sûdanî jî tê de amade bû, behsa qaçaxiya nefta Iraqê ji aliyê grûpên çekdar ên Iraqê kir.

Soran Omer ji Sûdanî re got: “Ronîkirineke min derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de heye. Şîroveya min li ser petrola ku bi qaçax ji aliyê grûpên çekdar ve tên birin, di nav wan de jî rojane 100 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê bi qaçaxî bo welatên cîran tê birin.”

Sûdanî duhî beşdarî civîna Parlamentoya Iraqê bûbû û behsa mijara sererastkirina yasaya bûdceya federal û guhertinên hikûmetê kir.

Sûdanî sedemên sererastkirina yasaya bûdceya federalî pêşkêş kirin û bang li endamên parlamentoya Iraqê kir ku deng bidin sererastkirina bendên girêdayî petrola Herêma Kurdistanê û got: “Her çendî hinardekirina petrola Kurdistanê were paşxistin, em ê zêdetir zirarê bibînin.”

Herwiha Sûdanî got: “Mûçe, ne mijareke siyasî ye û hêvîdar im bi sererastkirina yasaya bûdceyê û hinardekirina petrolê re, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin.”

 

K24

Top