Serokwezîr û balyozê Rûsyeyê behsa rewşa Sûriyeyê kirin
Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê li Îraqê birêz Elbrus Kutrashev kir.
Balyozê Rûsyeyê jiber serkeftina prosesa hilbijartinê û encamên hilbijartinê pîrozbayî li me kir û tekez li ser pêwîstiya ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê di demeke nêz de kir.
Di beşeke din ya giftûgoya me de me nêrînên xwe yên derbarê pêşde birina têkiliyên Rûsye û herêma Kurdistanê û pêşhat û guhertinên rewşa aloz ya Sûriyeyê anîn ziman.