• Saturday, 30 November 2024
logo

Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê derket

Gulan Media November 30, 2024 Hunerî
Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê derket

Weşanên Avestayê pirtûka akademîsyen û nivîskar David Aberbach a bi navê “Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê” çap kir.  

Pirtûk ji aliyê wergêr û nivîskar Fahriye Adsayî ve ji Îngilîzî hatiye wergerandin.

Di berga paşiyê ya pirtûkê de li ser pirtûkê wiha hatiye gotin:

“Ev kitêb bi dû jiyan û şiîra Hayim Nahman Bialik (1873-1934) dikeve di nav peywenda edebiyata neteweyî ya Ewropaya navbera Şoreşa Fransayê û Yekem Şerê Cîhanê û destnîşan dike bê çawa vejîna ibranî wekî zimanekî axaftinê han daye û alîkariya afirandina çandeke Îbranî ya modern a neteweyî kiriye.

Nivîskar bi paşxaneya Bialik a li Împaretoriya Çarîst dest pê dike û bêhêzbûna ‘yan îzeh dike di peywenda Ewropaya Rojhilat a dawiya sedsala nozdemîn de. Her ku antî-semitîzm xurt dibû, Bialik li ser bingeha Kitêba Pîroz û nerîta xexaman bi şiîrên neo-pêxemberane, şiîrên evînê, şiîrên ji bo zarokan û şiîrên gelêrî xitabî tatêlên ‘yan kir û di nav tevgera Îbranî ya neteweyî de derket pêş. Ev kitêb wergera gelek şiîrên temsilî yên Bialik jî pêşkêş dike. Li gel vê, çendîn şairên neteweyî yên Ewropayê jî tên nirxandin, mîna ji Yunanistanê Solomos, ji Polonyayê Mickiewicz, ji Ukreynayê Şevçenko, ji Sirbistanê Njegoš, ji Meceristanê Petőfi û ji Îrlandayê Yeats. Aberbach angaşt dike, Bialik, wekî şairekî ‘ yê neteweyî, him di warê siyasî him di warê çandî de nikare bê famkirin bêyî cot-peywenda neteweperweriya ‘yan a qedîm û neteweperweriya Ewropî ya modern.

Ev kitêba ku bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin wê bala wan kesan bikşîne ku li ser neteweperweriya Ewropî ya modern, edebiyata Îbranî, dîroka ‘yan û antî-semitîzmê dixebitin. “

David Aberbach kî ye?

David Aberbach Profesorê Emeritus ê Ibranî û Xebatên Berawirdî ye li Zanîngeha McGill, Montrealê û Mêvanê Şerefê ye li Înstîtuya Jîngehê ya Guherînê ya Oxfordê.

Surviving Trauma: Loss, Literature, and Psychoanalysis(1989); Charisma in Politics, Religion and the Media (1996); National Poetry, Empires and War (2016); û Nationalism, War and Jewish Education (2018) hin ji kitêbên wî ne.

 

Rudaw

Top