Hakan Fîdan: Hewlêr û Bexdayê li hev kir
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku Hewlêr û Bexdayê li ser şandina petrolê li hev kiriye û tê çaverêkirin demeke nêzîk boriya petrolê were vekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Enqereyê bi rojnamegeran re civiya û mijarên di rojevê de nirxandin û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hakan Fîdan derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê got ku Bexda û Hewlêrê li hev kiriye û wiha domand:
“Diyar e ku Bexda û Hewlêr li ser mijara boriya petrolê û parvekirina dahata petrolê gihiştine rêkeftineke girîng.
Hewlêr û Bexdayê jixwe di prensîbê de beriya niha li hev kiribûn lê belê diviyabû Bexda bi kompanyayên ku berê bi Hewlêrê re girêbest îmze kiribûn û bi giranî kompanyayên rojavayî re peyman îmze bikira.
Di peymana ku wan bi Hewlêrê re çêkiribûn de, ji bo her bermîlekê nirxeke diyar hebû. Niha divê heman tiştê careke din bi Bexdayê re bikin.
Bi qasî ku ez fêm dikim di wê mijarê de pêşveçûnek heye. Bi eşkereyî, em li bendê ne ku li gorî aliyên Îraqî ji me re gotiye, di demek nêzîk de boriya petrolê dê were vekirin.
Vekirina boriyê bêguman dê li herêmê ji bo wan jî gelek çalakiyan bi xwe re bîne.”
Fîdan her wiha behsa Projeya Rêya Bipêşxsitinê jî kir û got:
Em di warê aborî û siyasî de piştgiriyê didin wê projeyê. Bi rastî Pirojeya Rêya Bipêşxsitinê di 20 salên dawî de projeya herî pozîtîf e ku Îraqê tîne rojevê. Ji ber wê yekê em piştgiriyê didin wê pirojeyê."
Rudaw